Rojnameger Banu: Kesên ku ji ber di çapxaneyê de xebitîne hene 2018-05-10 15:45:11   STENBOL - Di heftaya 58’emîn a Nobeta Edaletê de rojnameger Banu Guven axivî û got: “Em di nava  senaryoyek dîstopîk de ne. Bi ceza û gefan parastin kirin bin zextan.”    Parêzer û hiqûqnasan, li ber Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê di hefteya 58'emîn de çalakiya Nobeta Edaletê pêk anîn. Endamên Platforma Hiqûqnasên Azad (OHP), Parêzerên Nobata Edaletê, rojnameger Banu Guven, parlamentera HDP’ê Huda Kaya û ji welatên cûda yên Ewropayê parêzere beşdarî çalakiya vê heftê bûn. Di çalakiyê de pankarta “Ji bo hemû kesê edalet” hat vekirin. Çalakiya li ber Peykera Themîs dest pêkir, li ber Deriyê C a edliyê berdewam dike.   'Azadiya çapemeniyê tune ye'   Seroka Meclîsa Baroya Stenbolê Fusun Dîkmenlî, daxuyanî  da  û got: “Em nikarin li Tirkiyeyê behsa azadiya çapemeniyê bikin. Heya ku azadî û demokrasî pêş bikeve emê Nobeta Edaletê berdewam bikni.”   Serokê Baroya Parîsê Domînîque Attîas mafê axaftina girt û wiha bilêv kir: “Mafê hemû kesê heye ku parêzerên wê/wî hebin. Çi doz dibe bila bibe, çi sûc dibe bila bibe divê hemû kes karibe xwe biparêze û parêzerên wan hebin. Parastin pîvana bingehîn a demokrasiyê ye. Parêzeke jî xwedî vî mafiye.”   'Sûc tune ye lê ceza heye'   Rojnameger Banu Guven jî, diyar kir ku ew d inava  senaryoyek dîstopîk dene û wiha got: “Li holê sûc tuneye, lê tim cezakirin heye. Ev gef û cezakirin jî, li ser parastinê zextan çêdike.”    Doza pîlot   Guven, got ku ji bo ew rewşa edaletê baş zanibin, divê li doza rojnameger Nedîm Turfent mêze bikin û wiha bilêv kir: “Doza Nedîn, di asta doza pîlot deye. Ji bo wî 7 sal cezayê girtîgehê dane.”   Nobet, piştî daxuyaniyê bi dawî bû.