HDP: Em jiyanek bêasteng bi hev re ava bikin 2018-05-10 14:03:59   ENQERE - Komisyona Astengdaran a HDP'ê bi munasebeta Hefteya Astengdaran daxuyanî da û got:"Em hemû astengdarên ku li ser vê erdnîgariyê dijîm dawetî qadên têkoşînê dikin. Em ê bi serîhildana xwe jiyanek azad û bextewar ava bikin."   Komisyona Astengdaran a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi munasebeta Hefteya Astengdaran daxuyaniya nivîskî weşand û got:" Em jiyanek bêasteng bi hev re ava bikin."   Îktidarên siyasî bi salane ku her qadê îstismar dike. Her wiha qada astengdaran jî îstismar dikin. HDP'ê got:"Îktidaran her dem astengdar çewisandine û wekî barekî dîtine."   Her wiha HDP'ê anî ziman ku hikumeta AKP'ê astengdar wekî rantek siyasî dîtiye û  got:"Mafên astengdaran ên ku berê bi têkoşîna xwe girtibûn jî niha ji destên wan tên girtin. Divê her qadên jiyanê li gor tevgera astengdaran bê avakirin. Divê mafên mafên wan yên wekî tenduristî, sigorta û hwd. bê pere be."   HDP'ê got:" Em hemû astengdarên ku li ser vê erdnîgariyê dijîm dawetî qadên têkoşînê dikin. Em ê bi serîhildana xwe jiyanek azad û bextewar ava bikin."