ATIK'ê ji bo piştgiriya HDP'ê daxuyanî da 2018-05-10 11:43:31       NAVENDA NÛÇEYAN - ATIK'ê da zanîn ku dê di hilbijartinê de ji bo HDP'ê û Selahattin Demirtaş bi awayekî çalak bixebite.    Konfederasyona Karkerên Tirkiyeyî yê Ewropayê (ATIK) daxuyaniya nivîskî weşand û anî ziman ku ew ê ji bo hilbijartinên 24'ê Hezîranê piştgiriyê bidin HDP'ê û banga têkoşîna hevpar kir.    Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku hilbijartina pêşwext encama krîza ku îktidar dijî ye û wiha dewam kir:"Hevkariya kedkar û karkerên Tirkiyeyî yê Ewropayê ji bo TC ya faşîst dê darbeyek girîng be. Tifaqa hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê û Kurdistanê ya ji bo hilbijartinên 24'ê Hezîranê ji bo ATIK'ê jî girîng e. Ji bo krîza partiyên paşverû, zextxwir zêdetir bibe û têk biçin, piştgiriya ji bo Selahattin Demirtaş û HDP'ê girîng e."   Herî dawî di daxuyaniyê de hat gotin ku dê ATIK'ê di hilbijartinê de cihê xwe bi awayekî çalak bigire.