'Em ê her serî hildin' 2018-05-10 09:36:50   ŞEHBA - Di çarçoveya kampanyaya serî hilde Kongreya Star li Herêma Şehbayê dest bi civîn û rêzeçalakiyan kir. Dê rojane civîn bên lidarxitin û perspektîfên Kongreya Star bên xwendin.    Di çarçoveya kampanyaya serî hilde Kongreya Star li Herêma Şehbayê dest bi civîn û rêzeçalakiyan kir. Dê rojane civîn bên lidarxitin û perspektîfên Kongreya Star bên xwendin. Li Tilrifata Şehbayê Kongreya Star civîn li dar xist. Di civînê de persperktîfa Kongreya Star hat xwendin. Di persfektîfê de hat gotin ku dê li ser rêgezên vîna jina azad xebatên xwe bimeşînin. Civîn ji aliyê endama koordinasyona Kongreya Star Newroz Haşim ve hat birevebirin. Berî civîn dest pê bike ji bo berxwedêrên azadiyê rêz hat girtin. Perspektîfên Kongreya Star ji aliyê Newroz Haşim ve hat xwendin.    Piştî xwendina perspektîfê Newroz Haşim axivî û got:"Me dev ji têkoşîna Efrînê bernedaye. Em ê heta dawî berxwe bidin ku dîsa vegerin Efrînê. Em ê wekî jin li dijî hemû cureyên zilm û dagirkeriyê berxwe bidin. Em ji Erdogan û yê wekî wî natirsin û serî li ber wan natewînin. Em ê her serî hildin. "   Civîn bi pirs û nîqaşan berdewam kir.    Civîn bi dirûşma "Jin jiyan azadî", "Bê Serok jiyan nabe", "Bijî berxwedan Efrînê" bi dawî bû.