'Jiyana azad dê bi destên jinê bê avakirin' 2018-05-10 09:17:44   ŞEHBA - Di çarçoveya kampanyaya serî hilde de Kongreya Star dest bi rêzeçalakiyan kir. Li Herêma Şehbayê civîn hatin lidarxistin û di civînê de perspektîfên Kongreya Star hat xwendin. Jinên ku beşdarî rêzeçalakiyan dibin anîn ziman ku ew ê bi hêz û vîna xwe ya azad têbikoşin û rê nedin dagirkirkirina desthilatdaran.    Di çarçoveya kampanyaya serî hilde de Kongreya Star dest bi rêzeçalakiyan kir. Li gundê Babilisê yê navçeya Fafînê ya Herêma Şehbayê civîn hatin lidarxistin û di civînê de perspektîfên Kongreya Star hat xwendin. Jin bi coşek mezin beşdarî rêzeçalakiyan dibin. Jinên ku beşdarî civînan û rêzeçalikiyan bûn anîn ziman ku jiyana azad dê bi destên jinê bê avakirin.    Hêvî Mustafa diyar kir ku dê tu caran hêzên dagirker nikaribin vîna wan a azad teslîm bigirin û got:"Gelê Efrînê yê xwedî rihê berxwedêr in,  serî netewandin. Em wekî jinên xwedî vîna azad serî natewînin û em ê di şopa Avesta û Arînan de hebûn û azadiya xwe biparêzin."   'Bila tu kes hesabên şaş li ser me nekin'   Hêviyê da zanîn ku ew destûrê nadin ku kesek li ser wan hesabên şaş bikin û got:"Bi êrîşa li ser Efrînê xwestin ku vîna me teslîm bigirin û hesabên qirêj li ser me xwestin bimeşînin lê me destûr neda vê yekê. Em ê wekî jin her dem têbikoşin rêzeçalikiyên xwe yên di çarçoveya kampanyaya serî hilde bidomînin û xwe pêş bixin."   Her wiha gelek jinên ku di çarçoveya kampanya serî hilde beşdarî civînê bûn anîn ziman ku ew ê heta dawî berxwe bidin û rê li zilm û zextên desthilatdaran venekin.