Pira dîrokî ya Bazîbda di bin xetera tunebûnê de ye 2018-05-10 09:06:00   ŞIRNEX - Pira Bazibda ya di navbera Cizîr û Rojava de ye ji aliyê her du aliyên sînor ve jî nikare bê bikaranîn. Pira ku li sînorê Rojava hatiye çêkirin û li pişt dîwar bi hemû heybeta xwe li Cizîrê dinêre, ji 1930’yî heta niha li bende restorekirinê ye.   Pira Bazibda ya 2 kîlometreyan li aliyê rojhilat a sûrên navçeya Cizîra Şirnexê dimîne, bi salane terkî tunebûnê hatiye kirin. Pira dîrokî ku ji gelek gelan re hembêz vekiriye,îro kes nikare nêz jî bibe. Kesên ku pirê nizanin tuneye lê heta niha tu kes jî neçûye.    Pira ku riya Îpek û Baharatê lê derbas dibe   Li qada ku wek ‘herêma tampon’ tê zanîn ev pir cih digire û tê zanîn ku di dema Împaratoriya Gudî de hatiye çêkirin. Ji serdema ewail de riya Îpek û Baharatê li ser pirê derbas dibe. Ji ber şer û bandorên din pir hilweşyaye. Pira ji aliyê Qralê Sasanî Erdeşîr Babekan (226-241) ve hatiye avakirin, di 1164’an de ji aliyê wezîrê Musul Zengî, Cemaleddîn Ebul Hasan Alî b. Mansur el- Îsfehanî hatiye avakirin.   Navê Kurdî ‘Bafît’   Cizîra ku beriya îslamê navê wê Bazibda bû piştî hatina îslamê navê Cezîre digire. Navê taxekê hîna li Cizîrê Bazbda ye û mintikayek taxê bi Kurdî ‘Bafit’ e. Ji ber vê jî gel ji pirê re dibêjin ‘Pira Bafit’. Di qeydên fermî de jî pir wek Cezire-i Îbn Omer- Bazibda tê binavkirin û piştre Nuh pêxember re têkilî tê danîn û wek Pira Yafes tê guhertin.   Li ser pirê wêneyê 8 gerstêrt û 12 bircî heye. Her wiha nîvîsên cuda jî hene. Beşek mezin a pirê xera bûye. Lingên navîn hîna li ser piyan e.