Qêrîna dayikekê: Ma bila cenazeyê kurê min derkeve? 2018-05-10 09:04:03   AMED - Dayika girtiyê bi navê Muhîyeddîn Fîdancan ê ku xwe ji bîr dike û nikare hewcedariyên xwe bike, Hediye Fîdancan diyar kir ku ew dixwaze kurê wê sewqî Amedê bê kirin lê tu bersivê ji bo serlêdanê nagire.   Reşwa girtiyên nexweş roj bi roj giran dibe û tevî hewldanên malbatan nexweş nayên berdan. Muhiyeddîn Fîdancan ku li Girtîgeha Tîpa M ya Mîdyatê dimîne ev 27 sale di girtîgehê de ye. Muhyeddîn 38 sal ceza lê hatiye birîn,  hişê xwe winda kiriye, nikare biaxive û nikare hewcedariyên xwe bîne cih.   ‘Bi alîkariya hevalên xwe dijî’   Dayika wî Hediye Fîdancan got ji ber kurê wê bi salane di girtîgehê de ye nexweş ketiye û got: “Hişê xwe winda dike. Ji mîdeya xwe ne rehet e. Hevalên wî serê wî dişon. Cilên wî lê dikin. Nanê wî didinê. Kurê min nikare hewcedariyên xwe bîne cih. Ya herî xerab jî nikare biaxive.”   Hediyeyê got kurê wê surgunî gelek girtîgehê hatiye kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “15 sale li Mîdyatê ye. Ji bo sewqî Amedê bê kirin me gelek caran daxwazname da lê tiştek nekirin. Kesî deng neda dengê me. Gelo kesekî 28 salan ronahiyê nebîne wê çawa baş bimîne. Qe nebe bila bînin Amedê û em bên hişê wî. Ma bila cenazeya kurê min derkeve.”