Fatma Budak: Ev hilbijartin ji bo me girîng e 2018-05-10 09:03:02   Rojda Aydin   AMED - Hevseroka Şaxa 2'yem a Egîtîm Sen a Amedê Fatma Budak li ser giringiya hilbijartinên pêşwext ku di 24’ê Hezîranê de wê bên kirin axivî. Fatmayê diyar kir ku ji bo kesên hatine îxrackirin, sirgûnkirin û gûhertina pergala perwerdehiyê ev hilbijartin girîng e.   Hevseroka Şaxa 2'yem a Egîtîm Sen a Amedê Fatma Budak derbarê hilbijartinên pêşwext ku wê di 24’ê Hezîrana 2018’an de bên kirin axivî. Fatma derbarê mamosteyên ku ji kar hatin îxrackirin, gûherandina Ezmûna Saziya Hindekariya Bilind (YKS) û li ser girîngiya hilbijartinê de axivî. Fatmayê diyar kir ku di vê pêvajoyê de giringiya perwerdê nemaye û hemû tişt dibin banê yek kesî de tê rêvebirin.      Fatmayê got ku piştî hewldana darbeya 15'ê tîrmehê,  darbeya siyasî hatiye kirin û di 20’ê Tirmehê de bi OHAL’ê ve hatine rêvebirin. Fatma, destnîşan kir ku di bin banê OHAL’ê de hemû kesên mûhalîfên ku di sazî û komeleyan de dixebitîn hatine îxrackirin û wiha got: “Ne bi tenê xebatkar, her wiha malbatên wan jî rastî koçberiyê hatin. Piştî vê pêvajê polîtîqayên şer hatin rêvebirin, bi wan polîtîqayan nehîştin ku mirovên cuda bi hev re bijîn. Piştî ku gel ev rewş ferq kir berxwedana xwe da nîşandan. Hikûmetê piştî ku dît ev polîtîqa dirêj nadome, hilbijartinên pêşwest danî pêşiya me. Yanî sedema hilbijartinên pêşwext tê wê wateyê ku ji ber şer û polîtîqayên li dijî jinan aborî têk çûye. Hikûmetê hilbijartina pêşwext xwest ji ber ku dizane ger li benda dema hilbijartinê bimîne ew ê têk biçe.”     ‘Mînaka rêvebiriya yek kesî nîşan dide’   Fatma, hilbijartinên pêşwext ku di 24’ê Hezîranê de bên kirin, rastî dîroka Ezmûa Saziya Hîndekariya Bilind(YKS) hat, got ku gûheritina dîroka ezmûnê tê wê wateyê ku li Tirkiyê  hikûmet giringiyê nade perwerdeyê û ev tişt got: “Dema ezmûneke bibe berî bi salekê dîroka ezmûnê tê diya kirin û xwendekar jî li gor wê xwe amade dikin. Lê em hatin asteke wer ku Wezareta Perwerdeyê li xwendekaran nafikire û bi giştî hemû tiştan ji bo hikûmetê feda dike. Her wiha gotinek Serokwezîr wiha heye, 'Ji xwe Wezareta Perwerdeya Millî girêdayiyê min e û ez dikarim lê bigerim û dîroka ezmûnê bigûherînim.' Ev jî mînaka rêvebiriya yek kesî nîşan dide."   ‘Em hikûmeteke ku wekheviyê pêk bîne dixwazin'    Fatma di dawiya axaftina xwe de got di vê hilbijartinê de reng û dengê gel diyar e. Pêwîste ji bo hilbijartinê zêdetir xebat bên kirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bi nêzîkbûna hilbijartinê re komir tê belavkirin, sazkirina bacê veguherî û bi vî hawî dixwazin çavê gel boyax bikin. Lê nikarin çavên gel boyax bikin û em bawer dikin ku gel wê li dijî vî tiştî gavê bevêje. Ev hilbijartin ji ber kesên hatin îxrackirin, sirgûnkirin û gûhertina pergala perwerdeyê ji bo me girîng e û em ê jî li gor vê gavê bavêjin. Em dixwazin ku pergaleke baş a perwerdeyê hebe. Lewra jî em dixwazin  ku hikûmeteke polîtîkayên rast pêşve bibe hebe. Em hikûmeteke  ku dikare wekheviyê çêbike dixwazin.”