Li Enqereyê 2 jin hatin binçavkirin 2018-05-09 17:22:16   ENQERE - Li Enqereyeê di encama serdegirtina malan de ji aliyê polîsan ve 2 kes hat binçavkirin û hat hînbûn ku derbarê 8 kesan de jî biryara lêgerînê hatiye dayin.    Polîsê Enqereyê serê sibehê di encama serdegirtina malan de Endama MYK'ê ya HDP'ê ya berê Atiye Eren û xwendekarek ku navê nehat hînbûn hatin binçavkirin. Kesên ku bi hinceta piştgirî dane greva birçîbûnê ya li girtîgehan a di 2017'an de hatin binçavkirin li Muduriyeta Emniyetê ya Bajêr tên sekinandin. Her wiha hat hînbûn ku dora 8 kesan jî ji ber ku ne malên xwe bûn li wan tên gerîn.