HDP bi heyeta AGÎT'ê re hevdîtin kir 2018-05-09 12:13:40       ENQERE - HDP'ê heyeta AGÎT'ê li Meclisê pêşwazî kir. Hevdîtinê saetekê berdewam kir.   Serokwekîla Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  Meral Daniş Beştaş, parlamenterê Îzmîrê Ertugurul Kurkçu û parlamenterê Mêrdînê Alî Atalan, li Meclisê Heyeta Teşkîlata Ewlehiya Awropa û Hevkariyê (AGÎT) û ya Ofîsa Sazî û Mafên Mirovan (ODIHR)  qebûl kir. Di hevdîtina ku saetekê berdewam kir de pirsgirêkên ku wê di hilbijartina di bin siya OHAL'ê de bên jiyîn û bi taybetî yên li herêmên kurd lê dijîn ku wekî di hilbijartina berê de hatin jiyîn dibe bên jiyîn hatin destgiritn.   Herwiha parlamenterên HDP'ê anîn ziman ku rêvebirina kampanyaya hilbijartinê ya Selehattîn Demîrtaş a di girtîgehê de jî di warê meşrûyeta hilbijartinê de pirgirêk e.