Hatîce Efe:Di 10 salên dawî de 53 mamosteyan întîhar kir 2018-05-09 09:04:01   AMED - Hevseroka Şaxa 1'em a Egîtîm Senê Hatîce Efe derbarê mamosteyên ku întîhar kirin de agahî dan. Hatîceyê got ku ji bo rê li ber întîharê bê girtin pêdivî bi piştgiriya civakî heye û got ku di serî de pêdiviya wan bi hikûmeteke xwedî berpirsiyarî heye.   Ji ber gûhertina polîtîqayên perwerdeyê ji aliyê hikûmetê ve  gelek mamoste ji ber ku nayên tayînkirin û betal dimînin întîhar dikin.  Hevseroka Şaxa 1'em a Egîtîm Senê Hatîce Efe derbarê mamosteyên ku nayên tayînkirin û întîhar dikin de nirxandin kir. Hatîce anî ziman ku li gel şert û mercên betaliyê piştî OHAL'ê bi sedan mamoste hatin îxrackirin û ji kar hatin dûrxistin. Vê yekê jî betalî û bêhêvîtî zede kir û bû sedema zêdebûna întîharan.    ‘Nêzî 500 hezar mamoste nehatine tayînkirin’   Hatîceyê di destpêka axaftina xwe de got ku li gor hejmara DÎSK’ê rêjeya betaliyê 5 mîlyon û 900 hezar kes e û ji van piranî mezûnên zanîngehan e û wiha got: “Di nav vê hejmarê de nêzî 500 hezar mamosteyên nehatine tayînkirin hene û ji ber nehatine tayînkirin întîhar kirine zêde ne.  Heta niha li gorî agahiyên di destê me de herî kêm 53 mamoste ji ber ku nehatine tayînkirin întîxar kirine. Mînaka vê ya herê dawî jî Merve Çavdar e. Mamosteyên ku 16 salan dixwînin, kedeke mezin didin, lê belê piştre nayên tayîn kirin. Her sal ji zanîngehan 70 hezar kes mezûn dibe. Lê belê ji vê hejmarê herî zêde 20 hezar kes tê tayînkiri. Niha nêzî 500 hezar mamoste nehateyên ku nehatine tayînkirin hene. Ger ku wiha berdewam bike wê hejmar bigihije mîlyonekê. Ev jî tê wê wateyê ku mîlyonek mamoste betal in.  Wekî ku ev jî ne bes be be bi sedan mamoste piştî rewşa awarte bi KHK'yên hatin derxistin hatin îxrackirin û ji kar hatin dûrxistin. Ev pêşeroja tarî a li welat dibe sedema bêhêvîtiyê û ev jî rê li ber întîharan vedike.”   'Piştî OHAL'ê bûyerên întîharê zêde bûn'   Hatîce di berdewama axaftina xwe de got ku di her bûyerên întîxarê de sedemên girîng hene, lê di nav van  sedeman de betalî jî heye û wiha pêl da axaftina xwe: “Dema em li kesên ku întîhar kirine dinêrin bi taybetî hemûyan ji betalî întîhar kiriye. 10 sale  mamosteyên ku zanîngeh qedandine û nehatine tayînkirin hene. Gelek mamoste bi hinceta lêpirsîna ewlehiyê betal hatine hişitin û nehatine tayînkirin. Wekî ku ev jî ne bes piştî OHAL'ê bi sedan mamoste hatin îxrackirin û ji kar hatin dûrxistin û bi vê re jî li hejmara mamosteyên betal hejmareke din zêde bû. Bi vê zêdebûna betaliyê re piştî OHAL'ê rêjeya întîharan jî zêde bû. Bi taybetî jî 150 hezar kedkarên gelenperî(kamu emekçisi) hatin îxrackirin û di nav van de ji  50 mamosteyan zêdetir întîxar kirine. Ji ber OHAL'ê em nikarin serî li tu rêbazê jî bidin û pirsgirêk nayê çareserkirin.  Ji ber van hemû tiştan mirov bêçare dibînin û berê xwe didin întîharê.”   ‘Divê hikûmet pirsgirêkê çareser bike’   Hatîce bi lêv kir ku heta niha li ser bûyerên întîxarê tu lêkolîn ji aliyê rayedaran ve nehatiye kirin  û di 10  salê dawiyê de 53 mamosteyan întîhar kiriye. û wiha dawî li axafitna xwe anî: “ Bi KHK'yên tên derxistin mamosteyên ku nehatin îxrackirin jî di din beşên cuda yên xebatê. Mînak herî dawî mamosteyekî dabûn daristanê û li daristanê dixebitî, lê ji ber qeza derbas kir jiyana xwe dest da. Ji xeynî întîxaran mamosteyên ku di qadên cuda yên kar de jiyana xwe dest didin jî hene. Ev hemû pirsgirêkên gelek girîngin. Divê hikûmet çareseriyekê ji vê rewşê re bibîne. Ji bo ku bûyerên întîharê bên rawestandin divê piştgiriya civakî bê kirin. Ji bo ev întîhar bên sekinandin divê di serî de şert û mercên perwerdeyê bên sererastkirin. Ji bo ku pirsgirêk bên çareserkirin pêdiviya me bi hikûmeteke xwedî berpirsiyarî heye.”