Li dijî helwesta ku tundiya li ser jinê rewa dike Bloga Reçel 2018-05-09 09:02:01   Şehrîban Aslan/Duygu Cînîvîz   AMED - Yek ji damezrînera Bloga Reçel Rumeysa Çamderelî diyar kir ku di civakê de nêrîna ol tê avakirin û bi vê re li ser jinan zext tên avakirin û got bi vî awayî ol şaş tê nîşandan.    Mêr di bin navê olê de her tim gotinên ku  zarokên keç wek kole nîşan dide tînin ziman, bi fetva û argumanên olî yên desthilatdariyê  re jinê hepsî malê dikin û biçûk dibînîn. Ev jî rê li ber bertekên ‘bawerî ev e’ vedike. Li dijî vê jinên xwe musliman bi nav dikin di tora civakî ya bi navê ‘Bloga Reçel’ de hatin cem hev û nêrînên xwe parve dikin.   Ji Bloga Reçel Rumeysa Çamderelî diyar kir ku ol şaş tê nîşan dan û bi vê re jî tevî ku jinek muslimane jî pirsgirêkên mezin dijî û got ji ber vê ev blog ava kirine.   Rumeysayê destnîşan kir ku dema Hunerên Xweşik dixwend derketina wê ya ser sahneyê ji ber serê wê girtî bûye her tim wek nakokî hatiye dîtin û got dema lîsans dixwend qedexeya serî girtinê berdewam dikir, lê ji ber li Zanîngeha Bogazîçî dixwend ev qedexe tam tecrube nekiriye. Rumeysayê got: “Serê min girtî dibistan qedya.  Zanîngehê modelên cuda pêk dianî.  Li ser turbanê kapuşon dadianîn û ligel vê piştgirî didan. Di 2008’an de ez derketim ser dikê û ez di rojnameya Huriyetê de bûm kapak. Vê nûçeyê bi min re hişyariyek çê kir. Ji ber ez jinek girtîbûm û derketibûm ser sahneyê ev bi tena serê xwe têkoşînek cuda bû.”   Rumeysayê daxuyakirin ku di dema îlon û cotmeha 2008’an de rektorê zanîngehê guheriye û qedexeya serî girtinê jî dest pê kiriye û got wê demê nikaribûn bikevin zanîgehê.   Rumeysayê her wiha bi lêv kir ku bi ekîbekê re di komeke ku derdora wê ji jinên femînîst pêk dihat de xwe rêxistin kiriye û wê demê pirsên weke ‘di muslimantiyê de femînîzm di kîjan navberê de disekine’ , ‘jiyanek femînîst pêkan e gelo?’ nîqaş kiriye.    'Me bi nêrîna muslimantiyê berê xwe da pirsgirêkê’   Rumeysayê tevlîbûna xwe ya ‘Însiyatîfa Muslmanên Li Dijî Şîdeta li ser Jinê’ wiha vegot: “Me xwest em bi nêrîna muslimantiyê berê xwe bidin pisgirêka tundiya li ser jinê.  Demekê pêvajoyek zehmet ji bo me çêbû. Digotin em tiştên ji derveyê muslimantiyê dikin. Piştre me biryara avakirina blog û rojeva xwe da. Bi vî awayî me bloga Reçel ava kir.