Dadgehê salek û 8 meh ceza li Dilan Dirayet Taşdemîr birî 2018-05-08 16:29:56   ERZIROM - Dadgehê cezayê salek û 8 meh li Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr birî.   Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr di merasîma aktivîsta KJA’yê Berjîn Demîrkaya ya li Cizêrê di serdema “Qedexeya derketina derve” de jiyana xwe ji dest dabû axivîbû. Der barê Parlamenter Dîlan Taşdemîr û Berdan Ozturk ên Agiriyê de bi sedema di merasîmê de “propaganda rêxistinê kirin e” doz li wan hatibû vekirin. Îro danişîna biryarê hat dîtin.  Danişîn li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Erziromê hat dîtin. Di danişînê de Dilan Dirayet û Berdan ne amade bûn, lê parêzerê wan amade bûn. Dozger mutala xwe pêşkêşî hayeta dadgehê kir. Pişt re dadgehê biryara xwe aşkere kir. Dadgehê bi hinceta “propaganda rêxistinê kiriye” 2 sal ceza da Dilan Dirayet û daxistina halê baş a ceza kir û salek û 8 meh ceza lê birî. Heman dadgehê der barê Berdan Ozturk de jî biryara beratê da.