Heyeta jin a Almanyayê: Divê hemû jin ji bo Efrînê rabin ser piyan 2018-05-08 13:01:42   ŞEHBA - Heyeta navneteweyî ya jinê piştî lêkolîna li Şehba û Şêrewayê xwest ku heyetên çavdêriyê yên navneteweyî û çapemenî biçin Efrînê û ji bo Efrînê bang li hemû jinan kir.     Heyeta jinê ya Alman ku ji bo alîkariya kampanaya Kongreya Star ji bo Efrînê dest pê kiribû, hatin Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê lêkolînên xwe yên li Şehba û Şêrewayê temam kir. Nûnerên saziyên sivîl li herêmê, endamên şanedeyê Dr Maya Hit, Endama Rêxistina Alîkariya Astengdar Daniyela Nişk, Nûnera parlementoyên çep li Elmaniyayê Zafila Hawf û Dr Siwantya Ilik tevlî daxuyaniyê bûn.   Daxuyanî li Kampa Serdemê ji aliyê Dr Siwantiya Ilik ve hat xwendin.   Daxuyanî wiha ye:   "Em ji bo rewşa gelê Efrînê yê ku ji cihê xwe hatine derxistin lêkolîn bikin û di derheqê rewşa wan de raporekê amede bikin hatine vir. Me li vir gelek serpêhatiyên pir êş, trajedi, windayan û tundiyên bihîst. Em binpêkirina mafên mirovan ên ji aliyê dewleta Tirk û  hevkarên wan bi tundî şermezar dikin. Em, bi taybet di salvegera rizgarbûna ji faşîzma Alman de, hevkariya dewletek wek  Alman ku endamê NATO’yê ye bi Tirkiyê re şermezar dikin. Em piştgiriya taleba gelê Efrînê ya ji bo bizivirin malên xwe dikin. Em wek xebatkarên tendûristiyê dibînin ku pêwîstiya sîstemek bingehîn a tendûristiyê ji bo Şehbayê, bi taybet ji bo zarok û jinên li wir heye.   Me wek heyetek xebatkarên tendûristiyê ku xwedî bingehek femînîst, di nava du rojan de serdana sê wargehên li Şehbayê kir. Me hevdîtin bi saziyên berpirsyarên lojistîkê, xebatkarên tendûristiyê yên di bin sêwana Heyva Sor a Kurd de dixebitin û kesên berpirsyaran pêk anîn.   Em talep dikin ku kesên li Efrînê ji malên wan hatîn derxistin ji aliyê saziyên navnetewî yên wek UNHCR ve wek penaber bên pejirandin. Heman demê de alîkarya çekan a bi dewleta Tirk re demildest bê rawestandin. Divê rêya gihiştina çavdêrên navnetewî û rojnamevanan bi Efrînê re bê vekirin. Em bang dikin ku hemû jin ji bo Efrînê rabin ser piyan."