Heyeta Jinê ya Ewropayê navenda Kongreya Star ziyaret kir 2018-05-08 10:21:58   QAMIŞLO - Heyeta Jinê Ya Ewropayê ji bo piştigiriya kampanyaya ku Kongreya Star ji bo Efrînê dest pê kiriye, hat Rojava û navenda Kongreya Star a li Qamişloyê ziyaret kirin.    Heyeta Jinê Ya Ewropayê ji bo piştigiriya kampanyaya ku Kongreya Star ji bo Efrînê dest pê kiriye, hat Rojava û navenda Kongreya Star a li Qamişloyê ziyaret kirin.    Rojnameger Meryem Eşref, Endama Yekitiya Îşkoçê Sara Jîn, Derhêner Kirkox Kant, Komîteya Parlamentoya Ewropayê û ya Mafên Jinê Julia Ward, Parêzer Wendy Leon, En Blaine û Serdemê Hêlîn (Anna Campbell) û xaltiya wê Victorya Bridges ji aliyê Berdevka Kongreya Star a Herêma Cizîrê Evîn Swêd û Endama Komiteya Têkiliyên Dîplomatîk Fîdan Seydo û endamên Kongreya Star hatin pêşwazîkirin.    Heyetê bi Kongreya Starê re civîn li dar xist. Julia Ward li ser navê heyetê axivî û got:"Ji bo ev kampanyaya ku ji bo Efrînê hatiye destpêkirin li Ewropayê jî belav bibe em ê bixebitin. Me her dem serîhildana jinên Rojava meraq kiriye. Ji ber ku me jinên Rojava yên berxwedêr dît em kêfxweş bûn."   Endamên Kongreya Starê rewşa jinên Efrînê û bandora êrîşên Tirkiyeyê û OSO'yê ji heyetê re ragihand.   Hat hînbûn ku heyetê sibehê hevdîtinê bi Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) û PYD'ê re pêk bîne.