Li Meletê tundiya mêr: Jinek birîndar bû 2018-05-08 09:45:59   MELETÊ - Mêrê bi navê Huseyin M. tundî li Nusay M. kir û ew birîndar kir.      Do şev li Meletê Huseyin M. (40) tundî li Nuray M. kir. Cîranan dengê wan bihîst û gazî ekîbên tenduristiyê û polîsan kirin. Nuraya ku birîndar bû rakirin nexweşxaneyê û Huseyin M. jî hat binçavkirin.         Hat diyarkirin ku derbarê bûyerê de lêpirsîn dest pê kiriye.