Malbatên ku gorên zarokên wan hatin texrîbkirin: Em bi wan serbilind in 2018-05-08 09:07:07   AMED - Malbatên ku gorên zarokên wan ên HPG û YPG’yî ne, ku li Goristana Yenîkoy Asrî rastî êrîşê hatin, bertek nîşanî bûyerê dan û gotin: “Çi dixwazin? Dema vê dikin tiştek dikeve destên wan? Em ji zarokên xwe şerm nakin, em bi wan ser bilind in.”   Li Baglar a Amedê li Goristana Yenîkoy  gorên aydê endamên YPG û HPG’ê carek din bû hedefa êrîşan.  Berê jî gorên HPG û YPG’iyan rastî êrîşan hatibû. Hefteya borî malbatên ku çûn ser gorên zarokên xwe  texrîbata li hember goran hatibû kirin dîtin.   Ozlem Guneş diyar kir ku birayê wê Sadik Altun li Licê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest daye û wiha got: “Ji hestî, cenaze û ala me ditirsin. Em vê zilmê qebûl nakin. Em vê êrîşê şermezar dikin. Ez hatim sedanê. Gor di nav axê de mabû. Me ferq kir ku nivîsên ser gorê hatine paqijkirin.  Filamayên kesk, sor zer hatibûn rakirin.  Gelo çi dixwazin. Dema vê bikin tiştek dikeve destê wan?”   Dayika Ridvan Eryilmaz yê YPG’î, Rabîa Eryilmaz jî diyar kir ku cenazeyê kurê wê sê salan li Goristana Pirsûsê maye û wiha got: “Wê demê şer dijwar bû. Li ser sînorê Kobanê bû. Me 7 cenaze defin kir. Min cenazeyê kurê xwe bi destên xwe defin kiribû lê min nizanîbû. Du meh şûnde agahiya şehadeta wî hat. Ez çûm ser gorê min dît ku min kurê xwe defin kiriye. Yên dengan didin AKP’ê bila şerm bikin. Bila li van hestiyan binêrin û dengan nedin AKP’ê. Nahêlin zarokên me di gorên xwe de jî rehet bikin. Çi dikin bila bikin zarokên me lehengin  û dilê me ne. Em ji zarokên xwe şerm nakin. Em bi wan ser bilind in.”