Tevî destûra dozger nikare kurê xwe bibîne 2018-05-08 09:03:06   MÊRDÎN - Nurullah Dogan ê ku li Girtîgeha Hejmara 1'ê ya Xapêtê dimîne, bi hinceta silav daye hevalê xwe hat derbkirin. Dayika Nurullah Dogan, Torun Dogan diyar kir ku tevî destûra dozgeriyê heye jî, nahêlin bi kurê xwe re hevdîtinê bike û banga hestiyariyê li rayagiştî kir.   Nurullah Dogan ê  li Girtîgeha Hejmara 1'ê ya Xarpêtê dimîne di hevdîtina telefonê ya bi malbata xwe re diyar kir ku ji ber silav daye hevalê xwe ji aliyê gardiyanan ve hatiye derbkirin.    Nurullah yê 17 sal ceza lê hatiye birîn û ev 5 sale girtiye, salek berê ji Mêrdînê surgunê Xarpêtê hat kirin. Dayika Nurullah, Torun Dogan  da zanîn ku kurê wê rastî lêdana dijwar hatiye û bi rojan nehatiye ser hişê xwe û got ev saleke di hucreyê de tê girtin û di vê pêvajoyê de tenê ew du caran dîtiye. Torunê daxuyakirin ku her ku diçin hevdîtinê rastî gotina ‘cezayê wî heye hûn nikarin bibînin’ tên  û got nahêlin biçe cem kesî, pirtûk û rojnameyan nadinê.   ‘Tevî destûra dozger nahêlin’   Torunê di berderawamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku tevî ji dozgeriyê destûr ji bo hevdîtinê girtine jî nehiştine bi kurê wê re hevdîtinê bike û wiha got: “Piştî me parêzer çû cem û got rewşa wî ne baş e. Ji ber îşkenceyê bedena wî xesarek mezin dîtiye. Ji ber silav daye hevalê xwe lêdan xwariye. Lê ne kurê min ne girtiyên din wê serî netewînin.”   Torûnê bêdengiya li dijî pêkanînên li ser girtiyan rexne kir û got divê kesek bêdeng nemîne.