Jinên Amedî: Ji bo jiyaneke mayînde çareserî Serok e 2018-05-08 09:02:03   Rojda Aydin   AMED - Jinên Amedî tecrîda ku li ser Abdullah Ocalan hatiye girankirin şermezar kirin û diyar kirin ku ji bo jiyaneke azad û mayînde pêwîst e tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin.   Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê  Abdullah Ocalan her ku diçe giran dibe. Ji 5’ê Nîsana 2015’an ve Heyeta Îmraliyê, ji 11’ê Îlona 2016’an ve jî malbata Abdullah Ocalan nikare pê re hevdîtinê çêbike û roj bi roj tecrîd tê girankirin. Ji girankirina tecrîdê vir de li Tirkiye û Kurdistanê şer zêde bûye. Jinên Amedî tecrîda ku li ser Abdullah Ocalan hatiye giran kirin şermezar kirin û diyar kirin ku ji bo jiyaneke azad û mayînde pêwîste tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê  rakirin.   'AKP şer gûr kiriye'   Jina bi navê Fatma Tîmur di destpêka axaftina xwe de tecrîda li ser Abdullah Ocalan şermezar kir û got ku ev nêzî 20 sal e li ser Abdullah Ocalan tecrîdeke giran heye û ji wê demê vir de şer jî zêde bûye û wiha got: “Ev bi salane li ser me kurdan êrîş, komkujî û zext tên kirin. Van hemû pirsgirêkan bi tenê Serok dikare çareser bike. Lewra jî ez dixwazim ku di demek nêz de tecrîda li ser Serok bê rakirin, bila parêzerên wî  û malbata wî pê re hevdîtinê bikin. Her ku tecrîda ku li ser Serok hatiye girankirin vir de îktîdara  AKP’ê li Kurdistan û Tirkiyeyê şer gûr kiriye. Erdogan li ser me kurdan, ciwanan, jinan zilmê dike. Erdogan li ser Serok tecrîdê her ku diçe zêde dike û bi aliyekî ve jî şer her ku diçe zêde dibe. Em dixwazin ku di demekî nêz de ev şer bê sekinandin.  Ji ber ku vê şerê bi tenê Serok dikare çareser bike. Em dixwazin ku serok azad be, ji bo azadbe jî em ê tim dengê xwe derbixin û bilind bikin. Heta damleyek xwîna me hebe jî  em ê li ser şopa Serok bin.”   ‘Lê Erdogan çikir; tu tiştî jî nekir’   Jina bi navê Feyziya Kolakan jî  pirsa ev bi salane çima li ser Abdullah Ocalan tê kirin pirsî û bi lêv kir ku madem Erdogan li ser Abdullah Ocalan giran kiriye bila ew jî biçe kêleka wî bisekine û wiha pêl da axaftina xwe: “Çawa ku Erdogan serokê gelê xwe ye, Ocalan jî Serokê me ye. Ew çima li dijî Serokê me tiştekî bi vê hawî dike. Ev bi salane li ser kurdan zext, êrîş û kuştin tên kirin. Serok ji bo ev zext, kuştin û êrîş bisekine çi ji destê wî hat kir. Lê Erdogan çikir; tu tiştî jî nekir. Bila gelê kurd li dijî vê tecrîdê bêdeng nebînin. Em dixwazin tecrîda li ser  Ocalan rabibe û azadî li Kurdistan û Tirkiyeyê çêbibe.  Ev bi salane li ser kurdan êrîş tên kirin, gelek ciwanên me jiyana xwe dest dan. Em çawa li dijî vê tiştî bêdeng bibînin. Bila di demekî nêz de heyetekî biçe Serok bîne û bila rewşa wî çawanin binêrin. ji bo jiyaneke azad û mayîn de pêwîste tecrîda li ser serok rabibe.”   ‘Bi girankirina tecrîdê kuştina jinan zêdebû’   Herî dawî jî jina bi navê Nura Abay  axivî û wê jî anî ziman ku ew bi salane azadî, yekîtî û wekheviyê dixwazin  û da zanîn ku heta azadî û wekhevî bê pêkanîn ew ê bixwazin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em êdî naxwazin ku tu kes bimire û bêkuştin. Em dixwazin girtiyên me yên ku di girtîgehan de bên berdan. Ji bo ev daxwaziyên me bên cih, divê di serî de tecrîda li ser Serokê me bê rakirin. Ji ber ku ger tecrîda li ser Serok bê rakirin û Serok azad bibe wê hemû daxwaziyên me bi cih bên anîn. Ger ku azadî çêbibe wê demê em ê bikaribin ku bêhneke bi  rehetî bistînin. Ji girankirina tecrîda li ser Serok vir de kuştinên jinan gelek zêde bûne. Ev jî dijminatiya îktîdara AKP’ê ya li dijî jinan nîşan dide. Îro jin bi saya Serok hebûna xwe nas dikin û rabûn ser piyan. Lê  îro li dijî jinan kuştin û zext di demên dawiyê de zêde bûne. Em  ê pêşiya vî tiştî bigirin. Em wekheviyê dixwazin. Em azadî û serfirziyê dixwazin. Ji bo azadî û serfiraziyê pêwîst e Serok azad bibe.”