Li Şahbayê Eliye ya 12 salî û du xwişkên xwe li hêviya dermankirinê ne! 2018-05-07 09:01:46   Lîlav Elî-Tolîn Muhemed    ŞEHBA - Elîye Mistafa ya 12 salî û xwişkên wê Nazîfe û Newroz Mistefa yên ji ber êrîşên dewleta  tirk û komên girêdayî wê dema ji gundê navçeya Racoyê ji ber êrîşên hewayî koçber bûn di rê de jî rastî êrîşê hatin û di encama êrîşê de çavê rastê yê hersê xuşkan jî hatiye asta korbûnê. Nazîfe û Newroz ji bo ku çavê wan kor nebe banga alîkariya dermanan dikin.    Ji aliyê Hêza Çekdar a Tirk  (TSK)  û koma girêdayî wê ve di 20 Kanûnê de li dijî Efrînê êrîş hatibû destpêkirin û di encama êrîşên ku bi mehan berdewam kir de bi piranî zarok û jin bi sedan kesî jiyana xwe ji dest da û birîndar bûn. Lê li dijî êrîşên ku bi teknîka herî pêşketî hatin kirin gelên Efrînê 58 rojan li ber xwe dan û  Efrînê neterikandin. Piştî 58 rojan ku hêzên tirk û komên girêdayî wan  Efrînê dagir kirin bi sedan kesên sivîl ku piranî jin û zarok bûn ji bo ku xwe rizgar bikin ketin ser riyan û koç kirin. Ev kesên ku ketin ser riyan di rê de jî bi êrîşên re rûbirû man û dîsa gelek kes birîndar bûn û jiyana xwe ji dest dan. Kesên ku li gel gelek zahmetiyên li serê riyan xwe gîhandin Şehabyê û niha li kampan dimînin hinek ji wan birîdar in û ji ber bê derfetiyên doktor û alavaên tendirûstiyê nayên dermankirin. Ji van kesên birîdar ku li benda alîkariya dermanan e yek jê jî Eliye Mistefa ya 12 salî û xwişkên xwe Nazîfe û Newroz Mistefa ne.      Eliye, Nazîfe û Newroz ku ji gundê Zerka yê navçeya Raconê ya Efrînê ne ji çavên xwe yê rastê birîdar in, gotin ger ku çavên wan neyê dermankirin wê kor bimînin.  Nazîfe û Newroz banga alîkariyê kirin û gotin ku ew naxwazin çavên wan kor bibin.    'Me heta dawiyê li ber xwe da'   Nazîfe Mustefa diyar kir ku li gundê zerka heta roja dawiyê li ber xwedan,ji gundê xwe dernediketin lê ji ber ku topebaran her li ser gundê wan zêde bûye wan berê xwe daye Efrînê û wiha berdewam kir: "Dema ku ez û malbeta xwe em derdiketin di rê de ez û du  xweşkên xwe Newroz û Elya ya 12 salî em rastî topan hatin û çavên me yê rastê hat asta korbûnê. Wê kî bedêla çavê me bide. Ger ku  Erdoxan mirov bûye wê êrîşî sivîlan nekira."   'Ez dixwazim carekedin bi çavên xwe bibînim'   Xweşka Nazîfeyê ku çavê xwe yê restê birîndar bûye Newroz Mustefa jî axivî û wiha got:"Piştî ku Efrînê hat dagirkirin em hatin Şehbayê ji ber ku derman û derfetên me yê dermankirinê tune ye rewşa çavê me her ku diçe xirab dibe.  Daxwaza min ew e ku çavê min û yên xweşkên min  di demek nêzde bên derman kirin û em vegerin cih û warên xwe."   Di dawiyê de her du xweşkan diyar kirin ku li benda dermenkirina çavên xwe ne ku carek din bi çavên xwe yê li ber korbûnê ne bikaribin bibînin.