Ji bo Salîha Hamzaoglu merasîma cenaze hat lidarxisitn 2018-05-06 19:22:12   ÎZMÎR - Ji bo Salîha Hamzaoglu ku jiyana xwe ji dest da li Îzmîrê merasîma cenaze hat lidarxistin. Hevberdevkê HDK'ê Onur Hamzaoglu jî ji bo ku tevli merasîma cenaze bibe ji girtîgehê li ger cendirmeyan anîn Îzmîrê.   Saliha Hamzaoglu ya demek dirêj e li Nexweşxaneya Zanîngeha Dokuz Eylulê dihat dermankirin di 4'ê Gulanê de jiyana xwe ji dest da. Ji bo cenazeyê Saliha îro li Îzmirê merasimeke girseyî hat lidarxistin. Hevberdevkê HDK'ê Onur Hamzaoglu, ji bo beşdarî merasima cenazeyê dayika xwe Saliha Hamzaoglu bibe, ji Girtîgeha Tîpa F a Sîncanê anîn Îzmirê. Cendirmeyên ku Onur anîn merasima cenaze, destûr nedan ku li ser cenaze axaftin bike.    Cenazeyê Saliha di saetên serê sibê de ji morga Nexweşxaneya Zanîngeha 9 Eylulê derxistin û anîn Mizgefta Haci Ahmet Tatari ya Taxa Çankaya ya li navçeya Konaka Îzmirê. Gelek nûnerên rêxistinên civakî û partiyên siyasî jî tev li merasimê bûn. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî, Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît, Parlamenterên HDP'ê Sîbel Yîgîtalp, Alî Atalan, aktîvîstên TJA'yê û gelek nûnerên saziyên sivîl tevli merasîmê bûn.     Onur Hamzaoglu yê ku tevli merasîma cenazeyê dayika xwe bû destûr nehat dayîn ku axafitnê bike û dema ku cendirmeyan ew bir di  nav cendirmeyan de axivî û got ku li welatekî ku pitikên wekî dêran li gel dayika xwe bên girin wateya axaftinê tune ye.