Li Efrînê pêkanînên DAÎŞ'ê: Jin nikarin bê çarşef û mêr derkevin derve! 2018-05-06 13:33:53   Sozda Oremar    EFRÎN  - Pêkanînên kêfî yên zordest ku li Reqaya DAÎŞ'ê ji bo xwe wekî payîtext bi kar dianî dikirin  îro jî li bajarê Efrînê ku di bin dagirkeriya TSK û komên OSO'yê de ye li dijî gelêN Efrînê tên kirin. Çavkaniyên herêmî ji Efrînê diyar kirin ku derketina derve li jinan bêyî çarşefa reş ku li xwe bikin û mêrekî li gel wan hatiye qedexekirin.      Pêkanînên Hêza Çekdar a Tirk (TSK) û komên girêdayî wê OSO'yê ku li li dijî gelê Efrînê pêk tînin yên DAÎŞ'ê ku li bajarên dagirkiribûn pêk dianîn derabs kirine. Îşkence û zordestiya ku li Reqaya DAÎŞ'ê ji bo xwe wekî payitext bi kar dianî dihatin kirin îro ji aliyê TSK û komên OSO'yê ve li dijî gelên Efrînê tên kirin.  Çavkaniyên herêmî ji Efîrnê ragihandin ku jin bêyî çarşefa reş ku li xwe biikin û mêrkî li gel wan nikarin derkevin derve. Tenê dema ku çarşefê li xwe bikin û li gel wan jî herî kêm mêrek hebe dikarin derkevin derve û dijberî ve derketina derve li jinan hatiye qedexekirin. Wêneyên ku ji 18'ê Adarê û virde  ji ajansa me re ji Efrînê hatin şandin jî van pêkanînên dijmirovî ku li jinan tên ferzkirin piştrast dikin. Di wêneyan de jin bi çarşefa reş û li gel mêran tên dîtin.   300 kesên sivîl hatin qetilkirin   Ji aliyê TSK û koma girêdayî wê OSO'yê ve di 20 kanûnê de li dijî Efrînê êrîş hatibû destpêkirin û di encama êrîşên ku bi mehan berdewam kirin de bi piranî zarok û jin nêzî 300 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dabûn. Li dijî êrîşên ku bi teknîka herî pêşketî hatin kirin gelên Efrînê 58 rojan li ber xwe dan û  Efrînê neterikandin. Piştî ku êrîşkar  di 18'ê Adarê de gîhan navenda Efrînê, welatiyên Efrînê ji bo ku bi komkujiyê re rûbirû nemînin beşeke wan mecbûr man ku koçî Şehbayê bikin.     Li gorî daneyên di rapora Meclisa Sûriyeya Demokratîk de ku hatin aşkerakirin ku 56 jin û 46 jê zarok bi giştî ji 300 kesî zêdetir sivîlan di encama van êrîşan de jiyana xwe ji dest daye.  Li aliyekî din jî disa li  gorî daneyên heman raporê hat aşkerakirin ku 155 zarok, 104 jin û bi giştî 448 kesên sivîl jî di encama van êrîşan de hatine birîndarkirin.        Piştî ku TSK û komên OSO'yê ketin Efrînê dukan û malên ku aîdê welatiyên efrînê bûn çawa hatin talankirin ji cîhanê re bi dîmen û wêneyên  ku hatin kişandin hatin serwîskirin.   'Efrîn bi Tirkiyeyê ve hat girêdan'   Piştî ku hêzên mijara gotinê ketin bajêr di 19'ê Adarê de li Dîlokê bi navê "Kongreya Rizgariya Efrînê" civînek hat kirin. Berdevkê kongeryê Hasan Şîmdî hat tayînkirin û encamnameyeke ku ji 17 xalan pêk dihat hat weşandin. Di nava biryarên ku di civînê de hatin girtin hat diyarkirin ku wê di rêveberiya Efrînê de erka koordînasyonê Waliyê Hatayê bigire ser xwe û alîgirê walî ku wê ji aliyê Tirkiyeyê ve bê tayînkirin jî wê li Efrînê wekî walî tevbigere. Herwiha bi biryarên ku di vê civînê  de hatin girtin re Efrîn girêdayî Tirkiyeyê hat kirin.   Jin tên revandin û bi êrîşa zayendî re rûbirû dimînin   Li Efrînê bi rêveberiya nû ku hat ragihandin re li navenda bajêr û li gundan li dijî welatiyên mayî zordestî zêdetir bû.  Li bajarê ku bi pêkanînên wekî yên DAÎŞ'ê tê rêvebirin  di demên dawîn de bajar ji nû de bi kuştina jinan û êrîşên zayendî yên li dijî jinan ket rojevê.  Li gel ku eqûbeta jinên ji aliyê çeteyan ve hatin revandin ne diyar e, di nava agahiyên ku ji herêmê hatin bidestxistin de hat diyarkirin ku gelek sivîl ji bo berjewendiyên kesane pere ku bi dest bên xistin hatine revandin.   Gundî ji ereban re  tên hiştin   Dîsa li gorî rapora ku herî dawî ji aliyê Meclsia Sûriyeya Demokratîk ve hat weşandin  heta niha li Efrînê û gundên wê 4 hezar malbatên çeteyan hatine bicihkirin  û hat diyarkirin ku bajarokê Kefer Cenê bi temamî radestî Ereban hatiye kirin û li gundê Kefer Seferê jî herî kêm 300 çete bi malbatên xwe re hatine bicihkirin.