‘Peymana Stenbolê di pratîkê de nayê sepandin’ 2018-05-05 09:04:45   Duygu Cînîvîz   AMED - Seroka Federasyona Komeleyên Jinan Canan Gullu,  diyar kir ku Peymana Stenbolê di pêşîgirtina şîdeta li ser jinê û îstîsmara zarokan de pêngavek girîng e lê ji ber zîhniyet naguhere pêk nayê û bi salane di pratîkê de nayê sepandin.   Peyama Stenbolê di 2011’an de hat îmzekirin û ev peymaneke ku hêza wê ya li dijî şîdetê cezayê bibire heye. Peymana ku Tirkiyeyê jî îmze kiriye di 1’ê Tebaxa 2014'an de ket meriyetê lê pêk nayê.   Federasyona Komeleyên Jinan bi Baroya Amedê re maseyek gilover ava kir. Seroka Federasyonê Canan Gullu piştî civînê ji Jinnewsê re axivî û balkişand ser kêmasiyê di nokteya pêkanînê de. Cananê diyar kir ku Qanûna pêşîgirtina şîdeta li ser jinê û parastina malbatê ya hejmara 6284’an  bi têkoşîna jinan hatiye destxistin lê mixabin qanûneke ku malbatê diparêze û bûyerên şîdetê di asta malbatê de digire dest. Cananê wiha got: “ Ev peyman ji aliyê 40 welatî ve hatiye îmzekirin.”   ‘Peyman di pratîkê de nayê sepandin’   Cananê bi lêv kir ku dadgerên ku peymanê nizanin, di pratîkê de nasepînin û bi kar naynin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lê wek tê zanîn ev peyman pêşî li şîdeta li ser jinê digire. Di heman demê de bi peymanê re  destûra tevlîbûna civaka sivîl tê dayin. Ev peyman dibêje; rêxistinên jinan ên li qadê dixebitin, STK’yên li qadê dixebitin, baro û wezareta malbatê dikarin biçin rûniştinên van bûyeran.”   Cananê destnîşan kir ku di demên dawî de kuştinên jinan zêde bûne, îstîsmara zarokan zêde bûye û got ji bo zêdebûn bê lêkolînkirin, avakirina bankayek daneyan gelek girîng e.   Cananê her wiha diyar kir ku wek Federasyona Komeleyên Jinan a Tirkiyeyê ev 10 sale bi îstîsmara nav malbatê re eleqeder bûne û ji ber van xebatan jî bûne hedef û sûcê ‘ahlaqê Tirkiyeyê xera dikin’ hatine sûcdarkirin.