HDK: Xo wira meke (Xwe ji bîra meke) 2018-05-04 11:33:22   NAVENDA NÛÇEYAN - HDK'ê bi minnasebeta salvegera 81'emîn a Komkujiya Dêersimê daxuyaniyeke da û diyar kir ku di encma vê komkujiyê de 72 hezar mirov hatine qetilkirin, bi hezaran zarokên ji dêrsimê ji malbatên wan hatine girtin û kesên ku bi hewldana xwe li jiyanê man jî hatine sirgûnkirin û anî ziman ku divê ev komkujî neyê jibîrkirin.   Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK)  bi minnasebeta salvegera 81'emîn a Komkujiya Dêrsimê daxuyaniyeke da û got; "Komkujiya Dêrsimê di serî de dibîra gelê Dêrsimê ya hemû gelên ku bi cudakarê û tundiyê re rûbirû mane de ye. Hemû polîtîkayên ji bo mayîndekirina netewdewletê yên asîmîlasyon, qirkirin û înkarê îxaneta mezin a li dijî nirxên civakî yê gelan e."   72 hezar mirov hatin qetilkirin   HDK'ê diyar kir ku pêvajoya derbarê Komkujiya Dêrsimê di 4'ê Gulana 1937'an de bi "Bi rapora derbarê Wilayeta Dêrsimê" ku di 25'ê kanûna 1935'an de hat weşandin hatiye destpêkirin, di 4'ê Gulana 1937'an de bi biryara Lijneya Wezîran veguheriye operasyona leşkerî û wiha berdewam kir: "Di encma vê operasyona ku heta 1939'an berdewam kir de li gorî hejmara fermî 16 hezar û li gorî ya nefermî jî 72 hezar kes hatiye qetilkirin, bi hezaran kes hatine sirgûnkirin û bi hezaran zarokên dêrsimiyan, bi tayebetî jî zarokên keç ji malbatên wan hatine qetandin û ji malbatên serdestên wan re hatin pêşkêşkirin."   'Di kesayeta Dêrsimiyan de çandek hedef hat girtin'   Xeyala dewleteke netew ya Tirkiyeyê bi tirkirina qizilbaşên kurd ên dêersimê ermeniyên li Dêrsimê ku hatin tirkirin û sûnîkirin û di komkujiyan re hatin derbaskirin pêk hat. Ji ber ku gelê li erdîngariya Dêrsimê bi ziman û baweriya xwe li dijî zîhniyeta yeparêz alternatîfek bû."    'Mifteya fikra hevpar ya winda a çiyayên Dêrsimê ye'   HDK'ê di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha got: "Di vê ku zîhniyeta ev komkujî pêk anî bi dîroka xwe re rûbirû bê û ji gelê me lêborînê bixwaze.Bersiva herî girîng ku li dijî zîhniyeta yeparêz re bê dayîn parvekirina vê êşê ye û avakirina pêşerojeke bi hev re ye.  Ji ber ku mifteya fikira hevpar, mifteya winda ya çiyayên dêrsimê ye. Em di 81'emîn salvegera vê komkujiyê de di kesayeta Seyît Riza ya ku li hemberî derew û hîleyan serî netewand de hemû kesên ku di Komkujiya Dêersimê de jiyana xwe ji dest dan bi rêzdarî bi bîr tînin."