Êzidî ji ber pirsgirêkên nayên çareserkirin koçî Ewropayê dikin 2018-05-04 09:06:41   MÊRDÎN - Êzidiyên ji kampa Amedê bi zorê hatin derxistin û surgunî kampa AFAD’ê ya Mîdyadê hatin kirin, ev saleke ji ber pirsgirêkên mezin dijîn û ev pirsgirêk nayên çareserkirin, ji ber gotinên nefretê neçar dimînin koçî Ewropayê bikin.   Êzidiyên Şengalê yên di 2013’an de ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê neçar man koç bikin, bi hezaran hatin Amedê û wê demê li qada Fîdanê ya Yenîşehîrê ya Amedê hatin bicihkirin. Lê piştî qeyûm tayînî şaredariya Yenîşehîrê hat kirin şûnde êzidî ji kampê hatin derxistin û şandin kampa AFAD’ê. Êzidiyên sala borî di meha çile de ji kampê hatin derxistin li kampa AFAD’ê ya Mîdyata Mêrdînê hatin bicihkirin.  Êzidiyên li kampê her tim rastî gotinên nefretê tên, hefteyê tenê du rojan dikarin derkevin derve. Her wiha pirsgirêka doktor û dermanan jî tê jiyîn û ji ber dermanên li kampê bi pereyan tê dayîn pirsgirêk tên jiyîn.   Rastî gotinên nefretê tên   Êzîdiyên dema nû çûn kampê ji aliyê rayedarên kampê ve rastî tehdîda ‘Li derve kî ji we pirsan bipirsin bersiv nedin’ hatin û Êzidî ji ber cudadîtinê bi gazincin.  Êzidiyên havînê ji ber nebûna klîmayê û zivistanê jî ji ber cil û kêmasiya sobeyan pirsgirêkên mezin dijîn û her wiha qadeke ku zarokên wan lê bilîzin jî tune.  Jinek bi navê Xerê diyar kir ku xwarina li kampê li wan tê belavkirin têr nake û gotin ew hemû xwarina xwe bi derfetên xwe dikirin. Gel got ew nikarin îbadeta xwe bikin û rastî gotinên nefretê tên.   ‘Ji ber ez nikarî derman bikirim nexweşî pêş ket’   Xerê destnîşan kir ku ji ber dermanên ku nikarî bikire, çûye nexweşxana dewletê ya Mîdyatê got: “Li kampê ji gelên din tiştek nayê xwestin. Lê ji me pere dixwazin. Jİ ber vê zarokên me nexweş bikevin carna pere tunebe em nikarin dermanan bikirin. Ji ber min jî dermanên xwe bi rêk û pêk negirt, nexweşiya min giran bû. Doktor ez şandim Êlihê.  Ez nizam çi bikim.Ev salek em pirsgirêkan tînin ziman lê kes tiştekî nake. Gelek kesî jî ji ber van pisgirêkan koçî Ewropayê kir.