Ji bo Efrînê li Şehbayê meşek girseyî hat lidarxistin 2018-05-04 07:17:27   ŞEHBA - Piştî êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê gelê Efrînê derbasî Kantona Şehbayê bûn li wir têkoşîna xwe didomînin. Gelê Efrînê ji bo vegerin warê xwe meşek girseyî li dar xistin.   Piştî êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê gelê Efrînê derbasî Kantona Şehbayê bûn li wir têkoşîna xwe didomînin. Gelê Efrînê ji bo vegerin warê xwe bi dirûşma “Bi rihê Berxwedana Serdemê em ê pergala Îmraliyê parçe bikin”  û pêşengtiya Kongreya Star meşek girseyî li dar xistin. Hemû sazî û dezgeyên Rêveberiya Xweser, Kongreya Star, Tevgera Civaka Demokratîk, Pêkhateyên Ereb û Tirkmen, bi hezaran gelê herêma Şehbayê beşdarî meşê bûn.   Di meşê de wêneyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, alên Kongreya Star, TEV-DEM, YPG/YPJ’ê hat hilgirtin. Pankarta “Em ê bi rîhê Avesta û Barînan ji zordestiya dewleta tirk rizgar bibe” hat hilgirtin.   Meş ji pêşiya Kaziya Kantona Şehbayê dest pê kir bi dirûşmên “Bijî Berxwedana Efrînê”, “Bijî Serok Apo” heta Kampa Berxwedanê dewam kir.   Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo berxwedêrên azadiyê, li ser navê Kongreya Star Heyfa Erebo, Hevseroka Meclîsa Kantona Şehbayê Wefe Husên, li ser navê Rêveberiya Xweser jî Osman Şêx Îsa axivî.   Di axaftinan de hat gotin ku pergala ku xwest vîna gelê Kurd bişkîne negihaşt armanca xwe, îro li Şehbayê bi hezaran gel  li dijî polîtîqayên desthilatdaran ên qirêj disekine. Her wiha hat gotin ku heta dawî gelê Şehbayê di nav çalakiyan de bin û bejna xwe netewînin.   Meş bi dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bijî Berxwedana Efrînê” bi dawî bû.