HDP’ê serlêdana namzetan taloqî 8’ê Gulanê kir 2018-05-03 18:01:24   ENQERE - Desteya Rêveberiya Navenda HDP’ê, serlêdana namzetan a ku diyarkiribû wê 5’ê Gulanê aşkera bikin taloqî 8’ê Gulanê kir.   Desteya Rêveberiya Navenda HDP’ê, piştî civîna xwe daxuyaniyek da çapemeniyê û hat ragihandin ku di civînê de bûyerên siyasî, xebat û amadekariyên hilbijartinê hatine nirxandin.   Rojevên derketine pêş wiha ne:   Di pêvajoyeke nedemokratîkbûnê û Rewşa Awarte û tevî newlekariya hilbijartin û qanûnên bingeha astengiyê HDP û hemû pêkhateyên wê, sazî û dezgehên xwe ve bi biryardariyeke mezin xebatên xwe yên hilbijartinê bi rê ve dibe.   Bi îtifaqên qaşo di bin navê demokratî û aştiyê de fersend ji bo bingehê aştî û demorastiya civakê nehatiye dayîn. Li ser bingehê îtifaqa AKP-MHP’ê kirina siyasetê hatiye erêkirin.   HDP di xeleka zincîra siyaseta demoratîkê de xeleka herî girînge e, yek ji saziya herî bi biryar a muxalefeta demokratîk e.   Li dijî hemû hewldanên tesfiyekirinê yên li vê qadê HDP bi biryardariyeke mezin li gel hêzên aştîxwaz, welatiyên xwedî wijdan têkoşîna xwe didomîne. Ne girtina hevserok, wekîlên me ti astengî nikarin me ji rêya me vegerîne.   Bi vê ve girêdayî em serlêdana namzetêxwe li gorî dîroka me diyarkirî ji 5’ê Gulanê taloqî 8’ê Gulanê dikin. Em bang li hemû hêzên demokrasî, yên ku têkoşîna mirovahî û aştiyê dike, dîsa mirovan xwedî wijdan ên welat, saziyên civaka sivîl û rewşenbîran dikin:   Deriyê me ji bo her kesê vekiriye. Werin em bi hev re têkoşîna xwe ya demokrasî û aştiyê bidomînin. Bi hev re daxwazên xwe yên aramî, biratî û aştiyê ya li ser vê xakê qîr bikin. Werin ji bo namzetiya Navenda Giştî û rêxistinên bajar ên me diyar bikin. Em bi hev re bi hêz û bi hev re ser bikevin.”