Saleke di şopa heqîqetê de: Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê 2018-05-03 13:07:04   AMED - Endama Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê Fatime Tekin bal kişand ser zext, binçavkirin, girtina rojnameger û ajansan û got:"Çi dibe bila bibe em ê nivîsandina heqîqetê bidomînin."   Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê di 3'ê Gulanê Roja Azadiya Çapemenî ya Cîhanê de hat avakirin û sala xwe ya yekem di bin Rewşa Awarte (OHAL) û zextan de derbas kir. Platforma ku her meh rapora binpêkirina mafan a ku jinên rojnameger li qadan û li girtîgehan dijîn bi çapemeniyê re parve dike, di heman demê de hedef dike ku piştevaniya di nav rojnamegeran de jî xurt bike. Fatîma Tekin a ji avakarên platformê salek ku li paş ma nirxand.    Fatime anî ziman ku ji bo pirsgirêkên jin dijîn bên çareserkirin wan platform ava kirine û got:"Ji ber ku me her meh rapora binpêkirina mafan aşkere kir, derbarê platformê de bi hinceta "Pesindayina sûc û sûcdar" lêpirsîn hat destpêkirin."   'Di serdema rewşa awarte de platform bû hêviya rojnamegeran'   Fatime wiha got:"Ev platforma bû hêviya jinên ku bê kar man. Ji ber ku di bin şerd û mercên Rewşa Awarte de (OHAL) zext û zordestî jî zêde bûn me hewl da ku em rastiyan derxin holê û pirsgirêkên jinan çareser bikin. Loma di serdema rewşa awarte de platform bû hêviya rojnamegeran."   'Tirkiye ne azad e'   Fatimeyê anî ziman ku di serdema îro de li Tirkiyeyê çapemenî ne azad e û got:"Li gor rapora Freedom House ya 2014'an Tirkiye ket nav kategoriya welatê ji aliyê çapemeniyê ve ne azad."   'Em ê nivîsandina heqîqetê bidomînin'   Fatimeyê anî ziman ku gelek rojnameger di girtîgehan de ne û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Ji bo em wekî rojnamegerên muhalîf azad û bêalî binivîsin em hewl didin loma em tên astengkirin. Çi dibe bila bibe em ê nivîsandina heqîqetê bidomînin."