'Li welatekî azadiya çapemeniyê tunebe li wir demokrasî jî tuneye' 2018-05-02 16:11:08   NAVENDA NÛÇEYAN -TGC'ê bi munasebeta Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat xwestin ku OHAL rabe û rojnamegerên girtî serbest bên berdan.    Cemiyeta Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGC) bi munasebeta Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê daxuyaniya nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku 148 rojnameger di girtîgehê de ne û her wiha hat gotin:"Li welatekî azadiya çapemeniyê tunebe li wir demokrasî jî tuneye."   Di daxuyaniyê de hat gotin ku pêdiviya gel ji rojnamegerên ku agahiyê dide gel heye û wiha dewam kir:"Ji bo li Tirkiyeyê hilbijartinek bi edalet çê bibe divê OHAL rabe û rojnamegerên di girtîgehan de ne serbest bên berdan. Divê mafên ku aîdî gel e neyê binpêkirin."   'Em bang dikin ku hempîşeyên me piştgiriyê bidin hev'   Di daxuyaniya ku ji bo rojnamegeran banga piştevaniyê hat kirin wiha hat gotin:"Em hêvî dikin di 3'ê Gulana li pêşiya me em bibin şahidê aramiya civakê û hêviyên nû. Em hêvî dikin ku rêzdarî li dijî mafê bidestxistina nûçeyan bê nîşandan. Ji bo em vê hêviya xwe winda nekin em banga piştevaniyê li hemû rojnamegeran dikin."