Di bin baranê de berxwedana zarokên Efrînê 2018-05-02 12:56:24   ŞEHBA - Zarokên Efrînê ku ji ber êrîşa dewleta tirk û komên girêdayî wê derbasî Şehbayê bûn di bin barana biharê de hestên xwe rave dikin û  dibêjin:"Bijî berxwedana Efrînê."   Zarok û gelê Efrînê 58 rojan bi berxwedanek mezin li dijî dewleta tirk û komên girêdayî wê têkoşiyan û niha jî ligel hemû zor û zehmetiyan têkoşîna xwe li Şehbayê didomînin. Di bin çadir û barana ku dibariya de zarokan bi nîşaneya serfiraziyê serê xwe bilind dikirin û digotin:"Baweriya me ji hemû çek û teknîkên cîhanê xurtir e."   Jin û zarokên ku bûn şahidê berxwedana 58 rojan di bin barana biharê de dirûşmên berxwedanê berz kirin.    Jina bi navê Emine Hisên ku li Kampa Serdemê ya Şehbayê dimîne anî ziman ku Efrîn a Gelê Kurd e û got:"Li ser Efrînê hesabên şaş û qirêj hatin kirin. Ew ê bi vê yekê negihêjin armanca xwe. Efrîn a Gelê Kurd e û dê Efrîn ji dagirkeran re nemîne."   'Zarokên me jî berxwe didin'   Emîneyê diyar kir ku ew û zarokên li Kampa Serdemê bi seknek xurt li berxwe didin û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Em dev ji têkoşîna xwe bernadin, hêvî ya xwe wenda nakin. Divê em li dijî dagirkeran tevî hemû zor zehmetiyan bi hêz bin."   Di bin barana biharê de zarokên Efrînê bê navber dirûşmên "Bijî berxwedana Efrînê" berz kirin.