Nîştiman Hisên Penahî ya ku îdam protesto kir dawî li jiyana xwe anî 2018-05-02 11:01:11   NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî Rejîma Îranê ragihand ku ew ê girtiyê siyasî yê Kurd Ramin Hisên Penah îdam bikin, xwarziya wî Nîştiman Hisên Penahî ev biryar protesto kir û dawî li jiyana xwe anî.   Duh girtiyê siyasî yê Kurd Ramîn Hisên Penahî ji aliyê Îranê ve xistin hûcreya yek kesî, ji bo ku biryara darvekirinê pêk bînin. Nîştiman Hisên Penahî ku xwarziya Ramîn e piştî ku biryara darvekirina xalê xwe bihîst dawî li jiyana xwe anî. Cenazeyê Nîştiman îro dahnê sibehê ji nexweşxaneya Sineyê hat wergirtin û spartin axê.   Ramîn Hisên Penahî girtiyê siyasî yê Kurd e û xelkê bajarê Sineyê yê Rojhilatê Kurdistanê ye. Ramîn sala borî ji aliyê hêzên Îranê ve hat girtin. Ji aliyê dadgeha Şoreş a Îranê ve cezayê darvekirinê lê hat birîn. Li gorî biryara dadgehê tê payîn Ramîn Hisên Penahî vê Pênçşemê ji aliyê rejîma Îranê ve were darvekirin.   Her wiha heta niha gelek rêxistinên xwecihî û navneteweyî nerazîbûna xwe li hemberî cezayê Ramîn nîşan dan. Rêxistinan ji Îranê xwest ku cezayê Ramin Hisên bê rakirin. Lê heya niha Îranê tu bersivek erênî nedaye.