Li Mêrsînê mirina jinekê ya bi guman 2018-05-02 10:31:59   MERSÎN - Melek Bayir a ku bi awayekî bi guman ket nav gola ji bo avdayinê jiyana xwe ji dest da.    Melek Bayir (50) a ku li navçeya Mezitliyê ya Mêrsînê li baxçe dixebitî ji bo bêhnvedanê li ser gola ji bo avdayinê sekinî û bi awayekî gumanbar ket nava avê. Welatiyên derdorê bi bihîstina deng hatin golê û hewl dan ku Melekê xelas bikin. Ekîba Jendermeyê û agirkujê hatin cihê bûyerê. Melek a ku ji nav avê hat derxistin jiyana xwe ji dest da.     Cenazeyê Melekê ji bo otopsiyê birin morga nexweşxaneyê û derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.