Li Mêrdînê pîrozbahaiya 1'ê Gulanê: Wê tarîtî bi dawî bibe 2018-05-01 14:29:49   MÊRDÎN - Parlamentera Şirnexê Leyla Bîrlîk a ku di Mîtînga 1'ê Gulanê Roja Kedkaran a Cîhanê de axivî  got;"Em ê ji inyada wan re pişît 24'ê Hezîran jiyaneke nû ava bikin  û em ê bi hev re bi ser kevin. Em ê bi hev re li ber xwe bidin û em ê bi hev re bi ser kevin."   Li Mêrdînê çalakiya Kedkaran a ji bo 1'ê Gulanê Roja Kedkaran a Cîhanê bi mîtîngê berdewam dike. Ji bo mîtînga ku tê lidarxistin Parlamentera Şirnexê Leyla Bîrlîk, siyasetmedar Ahmet Turk, Sendîkaya Kedkarên Cemaweriyê, Platforma Şahan a  Şirnexê û encdamên wê û bi sedhezaran kes tevli bû.   'Wê ev serdema tarî bi dawî bibe'   Di mîtînga hat lidarxisitn de di serî de Hevseroka Odeya Tabîban a Mêrdînê  Derya Etem avî. Derya xwest ku hemû girtiyên siyasî bên berdan û wiha berdewam kir: "Êdî ev welat bi destê yek kesî nema tê rêvebirin û wê pergala yek kesê bi têkoşîna edalet û demorasiyê bi dawî bibe.  Em ê rojên tav bibînin û wê ev rojên tarî ên ji ber yek kesî bi dawî bibin."   'Wê îkdtîdara AKP'ê bi dawî bibe'   Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk a ku axivî jî bal kişand ser hibijartina zordest a di 24'ê Hezîranê de û ev tişt got: " Wê ev gel di 24'ê hezîranê de dawî li dîktatoriya we bîne.  Îkdtîdara ku her roj bi şerê derdixe xwe li ser piyan digere û kurdan û kedê înkar dike  wê dawî di 24'ê hezrîanê de dawî lê bê anîn."   'Em ê di 24'ê hezrîanê de jiyaneke nû ava bikin'   Leyla di berdewamiya axafitna xwe de di kesayeta parlamentera girtî ya HDP'ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim de hem û siyasetmedarên girtî silav kirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: " Maf, edalet û demokrasî bi kedeke mezin tê bidestxistin.  Em dizanin ku em ê pêvajoya pêşiya xwe bi yekitiya xwe derbas bikin.  Ez hemû kedkarên şehîd bi rêzdarî bi bîr tînim. Li kêleka me rojavayê Kurdistan kurdan jiyaneke ekolojîk a bi destê jinan ava kirine. Ev ji bo me hêvî ye.  Em ê piştî 24'ê hezrîanê jiyaneke nû hava bikin."   Mîtîng bi sitran û govendê bi dawî bû.