Qamişloyê bi rihê berxwedana serdemê 1'ê Gulanê pîroz kir 2018-05-01 13:40:31   QAMIŞLO - Bi sedan gelê Kantona Qamişloyê, navçeya Amûdê û gundewarên wê ji bo 1'ê Gulanê Roja Kedkaran meşek girseyî li dar xistin.   Bi sedan gelê Kantona Qamişloyê, navçeya Amûdê û gundewarên wê bi pêşengiya Saziya Kedkaran a Kantona Qamişloyê, Kongreya Star, TEV-DEM'ê ji bo 1'ê Gulanê Roja Kedkaran bi dirûşma "Bi berxwedana 1'ê Gulanê berxwedana serdemê berdewam dike" meşek girseyî li dar xistin. Tevahî sazî û dezgehên civakî, Saziya Rêveberiya Xweser û bi sedan gel beşdarî meşê bûn. Di meşê de wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alên Kongreya Star, TEV-DEM û YPG/YPJ'ê û pankarta "Bijî Berxwedana Serdemê" hat hilgirtin.     Meşê ji qada Osman Sebrî dest pê kir û bê navber bi dirûşmên " Bijî berxwedana Efrînê",  "Bijî 1'ê Gulanê" , "Bê Serok jiyan nabe" , "Bijî YPJ, YPG"  heta stadyona 12'ê Adarê dewam kir. Piştî deqeyek rêzgitin, li ser navê saziya Karkeran Hevseroka Karkeran a Kantona Qamişloyê Şêrîn Reşik, li ser navê Rêveberiya Xweser Abdu Elkerîm Saroxan, li ser navê Saziya Yekîtî û Piştgiriya Gelan Bêrîtan Asya axaftin kirin.    Di axavtinan de roja 1'ê Gulanê li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û tevahî karkeran hat pîrozkirin.   Di axaftinan da hat gotin ku berxwedêrên berxwedana serdemê kedkarên herî mezin in û ev gotina Abdullah Ocalan hat bibîrxistin:"Kesê azad ew kesê ku ked dide ye."   Meş bi dirûşmên "Bijî Bexwedan Serdemê", "Bimre dagirkeriya dewleta tirk", "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.