Li Mêrdînê meşa 1'ê Gulanê dest pê kir 2018-05-01 12:46:57   MÊRDÎN - Ji bo 1'ê Gulanê Cejna Kedkaran bi sedan kedkar herikîn qada mîtîngê. Meş di bin ablukaya polîsan de pêk hat. Her wiha destûr nedan dowizên ku yek jê bi Kurdî ya din jî ji helbesta Adnan Yucel hatibû nivîsandin.    Berî mîtînga ku dê li Mêrdînê ji bo 1'ê Gulanê Cejna Kedkaran bê çêkirin di pêşengiya KESK'ê de meş hat lidarxistin. Endamên KESK'ê yên Şaxên Mêrdîn û Şirnexê, gelek nûnerên sendîkayan, Platforma Jinê ya Mêrdînê, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û rêxistinên wê yên navçeyan, DISK-GENEL IŞ û gelek kedkar beşdarî meşê bûn.    Meşê ji pêşiya PTT'a Yenîşehîrê dest pê kir û di meşê de pankartên "Ji OHAL û KHK'yan re na", "Li dijî OHAL, KHK, mêtingeriya xwezayê û komkujiyên li ser jinan 1'ê Gulanê", "Bijî berxwedana kedkaran", "Aştî, ked, azadî", "Em karê xwe ji paşve dixwazin" hat hilgirtin.    Di meşa ku bi dorpêçkirina polîsan de hat kirin dirûşmên "Bijî 1'ê Gulanê", "Em ê bi serîhildanê bi ser bikevin", "Jin, jiyan, azadî", "Bijî berxwedana kedkaran" hat berzkirin.    Piştî meşê gel derbasî Parka Karayollari ya ku dê mîtîng pêk were bûn. Pankarta ku wêneyê Abdulazîz Yural ê ku di serdema derketina derve ya Cizîrê de hat qetilkirin polîsan nehişt ku KESKA Şaxa Şirnexê bibin qada mîtîngê.    Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Leyla Birlik, Hevseroka TTB'ê Derya Etem, Berdevkê Serdemê yê KESK'ê Baki Kardaş û Sekreterê KESK TIS Hikuk'ê Yusuf Şenol dê biaxivin. Piştî axaftinê dê hunermend Mem Ararat û Ribap derkevin ser dikê.