Pîrebokên Kampûsê:Dem dema yekitiya jinan e 2018-05-01 09:08:31   Zeynep Durgut   WAN-Li hemû zanîngehên  Tirkiyeyê jin li hemberî desthilatdarî, zordestî û tundiya li dijî jinan xwe birêxistin dikin. Li Wanê jî di çarçoveya van xebatan de li  Zanîngeha Yûzûncûyilê  Pîrebokên Kampûsê  dest bi xebatên xwe kirin.    Li Zanîngehan jinên xwendekar  li hemberî tundî û desthilatdariya li dijî jinan xwe birêxistin dikin. Di çarçoveya vê rêxistin kirinê de li Zanîngeha Yûzûncûyilê Pîrebokên Kampûsê  dest bi xebatên xwe kirin.    'Ger tu nebî em kêm în'    Xwendekarên Zanîngeha Yuzuncuyilê ku xwe bi rêxistin dikin Şîlan Atbaş  wiha axivi;”4 sal berê li gelek zanîngehên Tirkiyeyê li hemberî tundiya li ser jinan û zarokan me bi navê  Pîrebokên Kampûsê rêxistina xwe ava kir. Li hemberî zordestî û desthilatdariyê me xwest em bibin dengê jinên xwendekar û hemû jinan. Bi taybetî li kampûsan polîtikayên taybet tên meşandin û li hemberî vê jî tu deng tune ye. Em bawer dikîn ku em ê li hemberî êrîşên li ser jinan bi rêxistinbûyina xwe serî netewînîn. Li gelek qadan xebatên me dest pê kirin. Xwendekar dikarin li ser medyaya civakî xwe bigihînin me û tevlî xebatên me bibin. Em gelek çalakiyên xwe de tundîya ku bi zanebûn li dijî jinan tê kirin tînîn ziman. Ji bo ku li Zanîngeha Yûzûncûyilê jî em hebûna xwe nîşan bidin, em niha li vir în. Li  zanîngehan tişta li dijî jinan tê kirin encama polîtîkayên taybet in û  bi zanebûn tên pêşxistin. Li  hemberî vê jî xwendekar sekneke perçekirî nîşan didin. Ji ber vê jî em xwe bi rêxistin dikin û  Dirûşmeya me ya taybet ku em pê xwe bi rêxistin dikin, 'Ger tu nebî em kêm în’ e û em bi vî awayî xwe ji tundiyê diparêzin.”   ‘Dem dema yêkitîya jinan e’   Pinar Yirtici jî bi lêv kir ku ew li hemberî hemû cûreyên tundiyê  hêstiyar tevdigerin û wiha got:”Li hemberî desthilatdarî û bindestiyê yekitiya jinan şert e. Rêxistina Pîrebokên Kampûsê li hemberî hişmedniya mêr û desthilatdariyê ala serhildanê ye. Em mafên xwe diparêzin û xweparastineke bi yekitiya xwe pêk tînin. Li hemberî monarşîya Serdema Navîn  em nevîyên jinên berxweder în. Em xwe wisa bi nav dikîn. Di Serdema Navîn de jinên zanist dihatin şewitandin. Lê Mêrên ku zanistiyê eleqe dibûn wekî mirovên zanist dihatin binavkirin û jinên zanist wekî pîrebokan dihatin binavkirin. Ji ber wê yekê em jî dibêjîn ku em nevîyên pîrebokên ku we nikaribû ew bişewitanda ne. Em jin bi yêkitiya xwe dikarin tundî, desthilatdarî û zordestiyê ji holê rakin. Her jinek dikare xwe biparêze. Dem dema yêkitîya jinan e.”