'Gelê Kurd xwedî vîneke azad e' 2018-05-01 09:01:16   Sozda Oremar   ŞEHBA - Jinên Efrînê ku ji ber êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê derbasî Şehbayê bûn û li wir berxwedana xwe didomînin gotin:"Gelê Kurd xwedî vîneke azad e, kes nikare vîna azad a gelê Kurd bişkîne."   Jinên ji navçeya Bilibilê ya Efrînê ku ji ber êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê derbasî Şehbayê bûn û li wir berxwedana xwe didomînin anîn ziman ku gelê Efrînê wê dev ji têkoşîna xwe bernedin û gotin:" Gelê Efrînê bi sekna xwe û têkoşîna xwe bersivek xurt da Erdogan."   Jina bi navê Elîfe Muhemed Dewd diyar kir ku ew ê berxwedana xwe bidomînin û got:"Em gelê Kurd xwedî vîneke azad in kesek nikare vîna me bişkîne. Heta em şopdarê fikir û ramanên Rêber Apo û şehîdên xwe bin em ê her tim bi ser bikevin. Çawa ku me Efrîn 58 rojan li hember artêşa NATO'yê ya duyem parast em ê li Şehbayê jî têkoşîna xwe bidomînin. Ger ne ji Rûsya ba dê dewleta tirk nikariba bihustek ax pêş biketan. Em ê wekî jin heta dawî hêviya xwe winda nekin û berxwe bidin."   'Heta dilopa xwînê di canê me de hebe em ê berxwe bidin'   Fatmê Muhemmed jî da zanîn ku heta dilopa xwînê di canê wan de hebe ew ê berxwe bidin û got:"Efrîn bi xwîna şehîdan hatiye avdan û ya Kurda ye. Bi hinceta 'Terorê' Erdogan êrîşî Efrînê kir. Lê yên ku ji bo Efrînê şer kir hemû zarokên me ne. Ew ne 'terorist' in. Heta Kurdek li ser rûyê cîhanê hebe em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê heta dawî felsefeya Rêber Apo bişopîn û berxwe bidin."   'Gelê Efrînê tu carî hêviya xwe winda nekir'   Xaliye Ebdo da zanîn ku gelê Efrînê tu carî hêviya xwe winda nekir û got:" Li Efrînê di encama bombebarana dewleta tirk de zarokên li ber şîr û gelek sîvîl hatin qetilkirin. Dixwazin bi dagirkirina Efrînê sîstema xwe ya qirêj li ser hemû gelên Sûriyeyê ferz bikin û gel bi polîtîkayên koledariyê bi rê ve bibin. Hêviya me bi şervanên YPG-YPJ'ê heye ku ew ê Efrînê rizgar bikin û em ê dîsa vegerin ser axa xwe."   'Serkeftin her dirûşmeya gelê Kurd e'   Her wiha Bêrîvan Şêxo jî da zanîn ku ew xwedî hêvî ne ku Efrînê rizgar bibe û got:"Çawa ku gelê Kurd li Kobanê axa xwe rizgar kirin dê li Efrînê jî rizgar bikin. Me hêviya xwe tu carî winda nekir. Ji ber ku serkeftin her dirûşmeya gelê Kurd e, em ê bi ser bikevin û dîsa Efrînê rizgar bikin."