ROJEVA 1'Ê GULANA 2018'AN 2018-05-01 09:00:00   *Jinên Efrînê ku ji ber êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê derbasî Şehbayê bûn û li wir berxwedana xwe didomînin gotin:"Gelê Kurd xwedî vîneke azad e, kes nikare vîna azad a gelê Kurd bişkîne." BI DÎMEN   *Li Sûra ku hilweşîn berdewam dike jinan balkişand ser hilbijartina pêşwext û gotin: “Bikujin, hilweşînin û bişewitînin jî em ê bi ser bikevin. Qiyamet jî rabe em ê dengên xwe nedin Erdogan.”   *Ji Komeleya Karkerên Ciwan Merve Demîr diyar kir ku di têkiliya bindest-yên dipelçiqînin de dewlet berpirs e û  got divê karker raste rast tevlî pêvajoyên girtina biryarê bibin û rêya çareseriyê jî  rêxistinbûn e.   *Ji Parêzerên EHB’ê Gulhan Kaya, diyar kir ku biryara kontrola edlî ya derbarê sedhezaran kesî de hatiye dayîn veguheriye alava zexta derûnî û got ev bi hiqûqê nayê vegotin, divê atmosfera siyasî bê guhertin. BI DÎMEN   *Gola Sihkê ku li taxa Bostaniçiyê ye ji ber gelaşa ku lê tê valakirin jahrê belav dike. Gelê taxê nêrazîbûn nîşanî sersariya rayedaran dan û gotin ku divê gola wan bê paqijkirin û parastin. DÎMEN HEYE   *Li hemû zanîngehên  Tirkiyeyê jin li hemberî desthilatdarî, zordestî û tundiya li dijî jinan xwe birêxistin dikin. Li Wanê jî di çarçoveya van xebatan de li  Zanîngeha Yûzûncûyil’ê  Pîrebok’ên Kampûsê  dest bi xebatên xwe kirin. BI DÎMEN