Ji bo Efrînê li Şehbayê meş hat lidarxistin 2018-04-30 14:19:22   ŞEHBA - Bi hezaran gelê Efrînê ku ji ber êrîşa dewleta tirk û komên girêdayî wê li Şehbayê bi cih bûne û berxwedana xwe li wir didomîne bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê meşek girseyî li dar xistin.    Bi pêşengiya Tevgera Civaka Demokratîk bi hezaran gelê Efrînê ku ji ber êrîşa dewleta tirk û komên girêdayî wê li Şehbayê bi cih bûne û berxwedana xwe li wir didomîne bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê û bi dirûşma "Bi berxwedana serdemê em ê pergala Îmraliyê hilweşînin" meşek girseyî li dar xistin. Hemû sazî û dezgeyên Rêvebetiya Xweser, Tevgera Civaka Demokratîk, Kongreya Star, Meclîsa Malbatên Şehîdan, Pêkhateyên Ereb, Pêkhateyên Tirkmen û bi hezaran şêniyên Efrînê û Kantona Şehbayê beşdarî meşê bûn.   Di meşê de wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alên TEV-DEM, YPG-YPJ'ê û pankartên "Gelê Şehbayê heta ku dagirker ji Efrînê derkevên wê têbikoşin"," Di parçekirina Sûriyeyê de Rûsya û Tirkiye hevkar in" hatin hilgirtin.     Meşê ji gundê Tilqiraha Kantona Şehbayê dest pê kir û heta Kampa Serdemê bi dawî bû. Di meşê de dirûşmên "Ji dagirkeriyê re na", "Bijî berxwedana Efrînê" hat berzkirin.    Piştî deqeyek rêzgirtin a ji bo berxwedêrên azadiyê li ser navê Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Aldar Xelîl, li ser navê Kongreya Star Emîne Dîngilî û Hevseroka Meclîsa Kantona Şehbayê Îmad Dewd axivîn.    Di axaftinan de hat gotin ku Berxwedana Efrînê berxwedanek dîrokî ye û her wiha hat gotin ku ew ê ev berxwedana li Şehbayê dewam bike û bi rihê Avesta û Arînan dê Efrîn bê rizgarkirin.    Meş bi dirûşmên "Bijî Berxwedana Efrînê" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.