Jinên Efrînê: Nikarin vîna jinên Kurd bişkînin 2018-04-30 13:48:01   Lîlav Elî-Tolîn Muhemed   ŞEHBA  - Jinên Herêma Efrînê ku ji ber êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê derbasî Şehbayê bûn û li wir têkoşîna xwe didomînin anîn ziman ku tevî her cureyên tundiyê kesek nikare vîna jinên Kurd bişkîne.    Jinên Herêma Efrînê ku ji ber êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê derbasî Şehbayê bûn û li wir têkoşîna xwe didomînin gotin:"Li dijî êrîşên li ser jinan divê saziyên mafên mirovan dawî li bêdengiya xwe bînin."   'Jin her roj bi êrîşên tund rû bi rû dimînin'   Jina bi navê Bayaz Alî wiha got:"Jin her roj bi êrîşên tund rû bi rû dimînin. Her roj destdirêjî li dijî jinan pêk tê, tên revandin, îşkence lê tê kirin. Piştî ku em ji Efrînê derketin OSO'yê malên me talan kir. Divê saziyên mafên mirovan li dijî van zext û êrîşana bêdeng nemînin. Em  têdikoşin û serî li dijî zilma neyaran natewînin divê cîhan dengê  me bibihîse û pişgtiriyê bide me."   'Em ê têkoşîna xwe bidomînin'   Emîne Ebdo jî wiha got:"Jinên Efrînê bi salane ku li ser esasên felsefeya Rêber Apo xwe rêxistin kirin û berxwe dan. Yên ku êrîşî Efrînê kirin xwestin ku koletî û paşverûtiyê li ser jinên Kurd ferz bikin. Lê tevî van zextan û polîtîkayên li dij mirovahiyê me çong nedan erdê û em ê têkoşîna xwe bidomînin."   'Li Efrînê gelek sîvîl hatin qetilkirin'   Zêneb Bîlel jî diyar kir ku ew ê berxwedana xwe bidomînin û wiha got:"OSO di bin navê îslamiyetê de tecawizî zarok û jinan dikin. Ka mafên mirovan? Her roj li pêş çavên hemû cîhanê dest dirêjî jinan û zarokan dikin. Cîhanê bi bêdengiya xwe piştgirî dan Erdogan û li Efrînê gelek sîvîl hatin qetilkirin. Lê çi dikin bila bikin ew nikarin vîna jinên Kurd bişkînin."