Eshâb-ı Kehf Li Licêyê li benda serdanê ye 2018-04-30 09:04:09   Rojda Aydin   AMED - Şikefta dîrokî Eshab-ı Kehf, ku li cîhanê 33 û li Tirkiyeyê jî 4 jê hene, Licêyê her sal deriyê xwe ji serdanan re vedike îsal jî li benda serdanê ye.   Şikefta dîrokî Eshab -I Kehf ku li navçeya Licê ya Amedê ye, her  sal ji aliyê bi sedana kesî ve tê ziyartekirin. Şikefta bi navê Eshab - I Kehf ku 15 kîlometreyan  dûrî Licê li  gundê Derkamê ye ku bi navê xwe yê din wekî Şikefta 7 kesên lê raketine tê naskirin.  Li  gorî çîroka şikeftê tê gotin ku komeke ji 7 kesan pêk tê li vê şikeftê xwe ji civakê dûr xistine û bi salan lê razayî mane. Her çend ku ev çîrok ji aliyê civaka ve cuda cuda tê vegotin jî xwedî heman taybetmendiyê ye.   Çîroka 7 mirovan   7 kesên ku di çîrokê de bahsa wan tê kirin wekî kesên ku nêzî hukumdar (fermandar) in tên nasîn. Navê van ciwanan Yemlîha, Meselîna, Mîslîna, Mernuş, Debernûş û Sazenuş e.  Piştî ku fermandarê demê li van kesan pûtperestiyê ferz dike, ev ciwan ji leşkerên fermandar şivanê bi navê Kefeştertayyuş û kûçikê wî jî digirin nav xwe. Li gorî ku tê gotin, ji van kesên ku di navbera 200 û 300 salan de dikevin xewê Yemlîha, piştî bi salan ku şiyar dibe berê xwe dide bajêr û dibîne ku bajar gelekî guheriye û ji fermandarê demê re dibêje ku ew têra xwe ranezaye û ji nû ve dixwaze ku razê. Piştre dîsa vedigere şikeftê û bi hevalên xwe re xewa xwe berdewam dike.  Welatiyên ku vê rewşê wekî mucîze dibînin, ber şikeftê wekî nimêjgeh diyar dikin û dikin cihê serdanê.    Di 28'ê gulanê de mîhrîcan tê lidarxistin   Li gel Licêya Amedê li Avşîn, Selçûk û Tarsûsê jî bi heman navî gelek parêstegeh hen. Li Licêyê bi şahiya ku her sal tê kirin  Şikefta Eshab-I Keyf vê salê jî li benda serdanê ye.