Daneşîna 1'emîn a doza rojnameger Seher Taşkin sibe ye 2018-04-29 13:48:49   WAN - Nûçegihana Ajansa Mezopotamya ya Nûçeyan Seher Taşkin ku girtî tê darizandin daneşîna doza wê ya 1'emîn sibe tê dîtin. Parêzera Seda Gulan Çagan Kalelî, diyar kir ku dixwazin dosyeya Seher bi nûçeyên di çapemeniya mûxalîf de cih girtine dabigirin.     Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê ya Nûçeyan Seher Taşkin, di 20’ê Kanûna 2017’an de li Muşê bi îdîaya derbarê wê de “Îxbarek cîdî heye” hat binçavkirin û piştî binçavkirina 4 rojan bi şertê “Kontrola edlî” hatibû berdan. Li ser îtîraza dozger Seher di 22’yê Çileyê de li Enqereyê dîsa hat binçavkirin û bi SEGBÎS’ê beşdarî Dadgeha Cezayê Sulhê ya Bedlîsê bû. Dadgehê bi îdîaya “Endama rêxistinê” Seher girt û şand girtîgehê. Seher li Girtîgeha  Jinan a Sîncanê tê girtin. Yekem danişîna doza Seherê ya bi îdîaya “Endamê rêxistinê” û “Propagandeya rêxistinê kiriye” sibe li Dadgeha Cezayê Giran a 2’yemîn a Mûşê wê bê dîtin.    Parêzera Seherê Gulan Çagan Kalelî, diyar kir ku destpêkirina lêpirsînê, binçavkirin û karê dest danîna ser amûrên wê ji derveyî usûlê pêk hatin. Parêzer Gulan Çagan, da zanîn ku gava ew li naveroka dosyayê mêze dikin, delîleke ku pê Seherê bê sûcdar bikin tune ye û wiha got: “Di hemû îfadeyên heyîn de dixwazin polîtîkaya weşana Ajansa Mezopotamya ya Nûçeyan tewanbar bikin. Dosye li ser vê yekê hatiye amadekirin. Dixwazin dosyayê bi nûçeyên di çapemeniya mûxalîf de derketin dabigirin. Di dosyayê de delîlek tenê jî tune ye ku Seherê pê sûcdar bikin.”