Ji Girtîgeha Sîncanê name: Lêgerîn veguherandin îşkenceyê 2018-04-29 12:58:45   ÎZMÎR - Girtiya jin Bahar Demîr ji Girtîgeha Jinan a Sîncanê nameyek şand û got: “Ji ber em li dijî ferzkirina rêbaza lêgerînê derketin, gardiyenan em derp kirin û bi erdê re kaş kirin. Polîsên TEM’ê dest datînin ser amûrên me yên bi rêya postayê ji me re tên.”   Girtiya jin Bahar  Demîr ji Girtîgeha Jinan a Sîncanê ji bo ekîba gorulmustur.org nameyek şand û binpêkirinên mafan ên dijîn vegot. Bahar, diyar kir ku rayedarên girtîgehê bi hincetên keyfî amûrên ku bi rêya posta ji wan re tên, nadin wan û wiha got: “Polîsên Têkoşîna bi Terorê re (TEM) li PTT’ê koliyên ji me re tên kontrol dikin.  Piştî kontrola polîsên TEM’ê, amûrên dest nedanîn serê didin me. Berzendika me ji keça Adîl Okay re şand, ji paketa me hat derxistin û dest danîn serê.”    'Bi ceza dixwazin vîna me teslîm bigirin'   Baharê, da zanîn ku bi cezayên disiplînê dixwazin vîna girtiyan teslîm bigirin û  wiha pê de çû: “Bi taybetî di çûyîn û hatinên dadgehan de cezayên disîplînê didin me. Lêgerîna pir zêde li ser me ferz dikin û bi vê polîtîkayê hewl didin vîna girtiyan teslîm bigirin.”   'Me bi erdê re kaş dikin'   Bahar, destnîşan kir ku di 12’ê Nîsanê de ji ber ku 9 jinên girtî lêgerîna X-Ray qebûl nekirin, rastî lêdana gardiyenan hatin û wiha domand: “Me lêgerîna X-Ray qebûl nekir. Êrîşî me kirin û em bi erdê re kaş kirin. Di rojên derbas bûyî de jî, ligel ku em rastî êrîşê hatin jî derbarê me de lêpirsîna disîplînê vekirin. Midûrê bi gotina ‘hûnê bibînin’ gef li me xar.”   'Gefan li me dixwin'   Baharê , di dawiya nameya xwe de wiha got: “Midûrên girtîgehê cilên yekreng li me ferz dikin. Ji me re dibêjin ‘ji bo ewlekariya can û malê we cilên yekreng li xwe bikin. Li ber xwe nedin.’ Gefên bi vî awayî li me dixwin. Em girtiyên siyasî em ê dest ji kevneşopiya berxwedana xwe bernedin. Pêkanînên keyfî û êrîşên heyî wê tu carî me ne tirsinin û bêzar nekin.”