Girtiyan banga lezgîn kir: Dibe ku her saniye cenaze ji vir derkeve 2018-04-29 09:31:38   BAYBURT- Girtiyên li girtîgeha Tîpa M ya Bayburtê gotin: “Dibe her saniye cenaze ji vir derkevin. Divê demildest heyet bê şandin.  Arîna 3 salî û Avesta ya 5 salî jî rastî şîdeta psîkolojîk û lêgerîna tazî tên.”   Girtîgeha Tîpa M ya Bayburtê ku bi zext û îşkenceyan ji rojevê nakeve,  girtiyên jin bi hevkariya malbatan tiştên jiyan vegotin. Girtiyan bi lêv kir ku zext derketina asta herî jor û banga lezgîn kirin.   Girtiyan destnîşan kir ku ewlehiya canê wan li wir tune û ev hişyarî kirin: “Her saniye dikare cenaze ji vir  derveke. Divê demildest heyetek bê vir.  Hefteyê du caran li odeyên me û li ser me lêgerîn tê kirin.  Name û pirtûkên tên ji me re jî nayên dayîn.”   Li Arîn û Avestayê şîdeta psîkolojîk   Di nameyê de hat diyar kirin ku Arîn Mîrkan ya 3 salî û Avesta ya 5 salî ku bi dayika xwe Vesîleyê re li girtîgehê dimînin roj bi roj zeîf dibin û ji aliyê gardiyanan ve jî rastî şîdeta psîkolojîk tên.   Vesîle ya bi malbata xwe re axivî diyar kir ku dema qêrîna gardiyanan dibîhîzin zarokên xwe hembêz dikin.   Vesîleyê destnîşan kir ku gardiyanan qada lîstikê ya hewadanê ji bo zarokan û dîwarê ji kartonê rakirine û ji ber vê Arîn û Avesta bi saetan giryane.   Bavê Arîn û Avestayê jî diyar kir ku gardiyan her tim bi ser zarokan de diqîrin û her tişt qedexe kiriye. Her wiha got hefteyê du caran lêgerîna tazî dikin û zarok jî bi qêrîn bertek nîşanê gardiyanan didin.