Rewşa Newroza ducanî ji ber tunebûna dermanan xerabtir dibe 2018-04-29 09:01:24   Lîlav Elî-Tolîn Muhemed   ŞEHBA - Piştî êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li ser Efrînê gel ji bo ewlehiya xwe derbasî Kantona Şehbayê bûn. Ji ber ku li Şehbayê di warê alavên tenduristiyê û pêdekirina dermanan de pirsgirêk tên jiyîn rewşa jina ducanî Newroz Mustefa her ku diçe xerabtir dibe.   Piştî êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li ser Efrînê gel ji bo ewlehiya xwe derbasî Kantona Şehbayê bûn. Ji ber ku li Şehbayê di warê alavên tenduristiyê û pêdekirina dermanan de pirsgirêk tên jiyîn rewşa jina ducanî Newroz Mustefa ku nexweşiya îltihaba kezebê pê heye, her ku diçe xerabtir dibe. Her wiha kesên nexweşiya penceşêrê bi wan re heye her ku diçe rewşa wan xerabtir dibe.    Newrozê diyar kir ku ji ber dermanên wê li Şehbayê nayê pêdekirin rewşa wê ya tenduristiyê xerabtir dibe û got:"Dema ku em li Efrînê bûn ji ber ku min derman bi kar dianî rewşa min baştir bû. Lê piştî ku em derbasî Şehbayê bûn ji ber ku dermanê nexweşiya min nayê pêdekirin rewşa min xerabtir dibe. Ji ber ku li Şehbayê dermanê ji bo tenduristiyê kêm in loma gelek kesan jiyana xwe ji dest dan."   'Em ê dev ji berxwedana xwe bernedin'   Newrozê anî ziman ku ew tevî hemû zor û zehmetiyan li berxwe didin û wiha dewam kir:"Erdogan û komên girêdayî wî êrîşî ser axa Efrînê kir û gelek mirov qetil kirin. Gelek mirov ji ax, mal û canê xwe bûn. Em ê heta dawî bi wê hêviyê bijîn ku em ê rojekê vegerin ser axa xwe û  wê Efrînê rizgar bibe."   'Divê cîhan dawî li vê bêdengiya xwe bîne'   Newrozê anî ziman ku divê cîhan dawî li vê bêdengiya xwe bînê û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Em wekî gelê Efrînê ji ber êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê ji can, mal û axa xwe bûn. Bi sedan zarok, jin û yên temenbilind hatin qetilkirin. Lê cîhanê guhê xwe girt û qêrîna gelê Kurd nebihîst. Gel ji ber derfetên kêm wekî kêmasiya avê, derman û pêdiviyên jiyanî zehmetiyê dikşînin. Em bang li hemû rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî dikin ku dengê me bibihîsin û dawî li bêdengiya xwe bînin."