Kesên ku li Hevraza Kazanciyê hatin qetilkirin hatin bibîranîn 2018-04-28 15:54:05   STENBOL - Kesên ku di 1’ê Gulana 1977’an de jiyana xwe ji dest dan, li Hevraza Kazanciyê hatin bibîranîn. Berdevkê Hewldana 78’an a Stenbolê Yunus Bîrcan got: “Em polîtîkayên AKP’ê yên li ser Qada Taksîmê îtîraz dikin.”   Hewldana 78, Partiya Tevgera Kedkaran (EHP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), SYKP, YSGP û Xebatkarên Huner ên Dijber kesên ku di 1’ê Gulana 1977’an li Hevraza Kazancî ya Taksîmê jiyana xwe ji dest dan bibîr anîn û daxuyanî dan çapemeniyê. Berî daxuyanî bê dayîn 35 kesên jiyana xwe ji dest dayîn hatin bibîranîn.    Berdevkê Hewldana 78’an a Stenbolê Yunus Bîrcan daxuyanî da û wiha got: “Berî 41 salan 500 hezar karker, kedkar, jin û ciwan rastî êrîşên bi çek hatin. Di 1’ê Gulana 1977’an de 8 jê jin 35 kes hatin kuştin û herî kêm 126 kes jî birîndar bûn. Li Qada Taksîmê komkujî pêk anîn. Em polîtîkayên AKP’ê yên li ser Qada Taksîmê îtîraz dikin.”   Yunus, da zanîn ku Qada Taksîmê Qada 1’ê Gulanê ye û wiha bilêv kir: “Divê qedexeya li ser Taksîmê bê rakirin û ji raya giştî re bê vekirin. Li ser navê hemû hevalên xwe, em dixwazin li serê Hevraza Kazancî bîrdarî bê avakirin.”   Piştî daxuyaniyê, ji bo bîranîna kesên jiyana xwe ji dest dayîn, qûrnefîl li Hevraza Kazanciyê hatin danîn.