Ji bo nafakaya jinan sînorkirin: Destberdana jinan asteng dike 2018-04-28 09:06:01   ENQERE - Parêzer Sevînç Hocaogullari bertek nîşanî sererastkirina ku sînorkirina nafaka ji bo jinan tê dayîn da û diyar kir kur di sererastkirina heyî de ji bo piranî jinan nafaka nayê dayîn û dema bê dayîn jî kêm tê dayîn. Sevînçê da zanîn ku bi sererastkirinê wê jin rastî her cureyê şîdetê bên û wê berdewamkirina zewacê lê ferz bikin û wê wan bi alîkariyên civakî ve girê bidin.   Wezareta Dadê ji bo nafakayan sererastkirinên nû tîne. Li gorî sererastkirinê, bi guherînên bên kirin re wê ji bo nafakaya xizaniyê jî krîter bînin. Di nav van krîteran de hejmara zarokan, dereceya kusurê hevjînê dest jê hatiye berdan, pêvajoya zewacê, temenê jinê û asta pereyê tê malê li ber çavan tê girtin. Dadgeh jî wê li gorî van nafaqê diyar bike. Parêzer Sevînç Hocaogullari derbarê mijarê de nirxandin kir û rexneyên xwe anî ziman.   ‘Dixwazin bi jinan şûnde gavê bidin avêtin’   Sevînçê diyar kir ku ji xwe nafakayek ku jinan dike bin ewlehiyê tuneye û got bi hinceta jin bi heqdestên kêm tên xebitandin nafaka nayê girêdan û yên tên girêdan jî gelek kêm in. Sevînçê wiha got: “Ev demek ku daxwaz û xebatên derbarê nafakaya xizaniyê di rojevê de bû. Xebat di 2016’an de wek rapora ‘komîsyona destberdanê’ hat nasîn û bi Rapora Komîsyona Lêkolîna Meclîsê ket rojeva jinan û hat nîqaşkirin. Komîsyona Meclîsê ya nirxandinên derbarê sînorkirina nafakaya xizaniyê de nîşan dide ku bi çi nêzîkatiyê xebat meşandiye. Di navenda xebata guherîna qanûnê de ne xurtkirina jinê Xurtkirina Saziya Malbatê cih digire.”   ‘Dixwazin jinan makumê alîkariyên civakî bikin’   Sevînçê di berdewamiyê de da zanîn ku tevî ferzkirinên qanûnî li kargeriyan kreş tune, tevî qanûnan stargehên jinan têr nakin û wiha got: “Em dizanin ku xizmetên civakî jî xebatan bi feraseta jinan hepsê malê bike tên meşandin. Dixwazin jinan makumê alîkariyên civakî bikin.”    Sevînçê bertek nîşanî sererastkirina ku sînorkirina nafakaya ji bo jinan tê dayîn da û diyar kir kur di sererastkirina heyî de ji bo piranî jinan nafaka nayê dayîn û dema bê dayîn ji kêm tê dayîn. Sevînçê da zanîn ku bi sererastkirinê re jin rastî her cureyê şîdetê wê bên û wê berdewamkirina zewacê lê ferz bikin û wê wan bi alîkariyên civakî ve girê bidin.