ROJEVA 28'Ê NÎSANA 2018'AN 2018-04-28 09:00:00   *Jinên gundewarên Kobanê ku debara xwe bi çandin û bi xwedîkirina ajalan dikin gotin herçiqas jiyana li gundan dijwar be jî ji bo me wateyêk wê ya girîng û cuda heye. BI DÎMEN   *Li Tirkiyeyê pêşiya  îstîsmara zayendî û zewaca di temenê biçûk de nayê girtin. Jina bi navê N. ku di 12 saliya xwe de  bi zorê hat zewicandin û 20 salî bi tundî û êrîşa zayendî re rûbirû hat bi berxwedana ku da ev 8 sal e ji kesê pê re hatibû zewicandin veqetiya ye. N.diyar kir ku ew ji ber zarokên wê bi riya êrîşa zayendî hatine dinê nikare ji wan re jî dayiktiyê bike. BI DÎMEN   *Li Tirkiyeyê gel wê vê carê di bin siya OHAL’ê de di 24'ê Hezîranê de bikeve hilbijartinê. Der barê pêkanîna  hilbijartinê de Rojbîn Sevîl  Çetîn nirxandin kir. BI DÎMEN   *Sekretera Giştî ya DÎSK’ê Arzu Çerkezoglu diyar kir ku ew xwediyên rast ên vî welatî ne û ji vê pergalê xurtir in. Arzuyê got encama herî girîng a di 1’ê Gulanê de derkeve holê ev e û got ji sedî 92’ê jinan bê sendîka ne, ji ber vê yekê jî ji bilî têkoşîn û rêxistinê riyek din tuneye. BI DÎMEN   *Derbarê kesên di doza Nisêbînê de hatine darizandin de ‘cezayê muebeta giran’ tê xwestin û ‘delîla esas’ ya îdianameyê jî îfadeyên di bin îşkenceyê de hatine dayîn tên nîşandan. Jiyan Ay a di nav girtiyan de ye, derbarê wê de doza cemawerî hatibû vekirin û dadgehê ev îfade ‘bê nirx’ dît.   *Parêzer Sevînç Hocaogullari bertek nîşanî sererastkirina ku sînorkirina nafaka ji bo jinan tê dayîn da û diyar kir kur di sererastkirina heyî de ji bo piranî jinan nafaka nayê dayîn û dema bê dayîn jî kêm tê dayîn. Sevînçê da zanîn ku bi sererastkirinê wê jin rastî her cureyê şîdetê bên û wê berdewamkirina zewacê lê ferz bikin û wê wan bi alîkariyên civakî ve girê bidin.   *Zîlan Tokay a li Sîlopiyê dikana pêlîstokan vekiriye, bang kir ku divê jin derfetên îstîhdamê bi hêza xwe ava bikin. BI DÎMEN   *Berhevkirina nebatên bi şifa, yek ji parçeyên jiyana komunal a jina ye. Bi hatina biharê re jinên Farqînê derketin çiyan û çolan, bi hev re nebatên bi şifa kom dikin. BI DÎMEN   *Aktivista Piştevaniya Morê Nilay Kuş anî ziman ku jin hem li ser nasnameya xwe hem jî li ser keda xwe tên çewisandin û bang kir ku hemû jin li dijî mêtingeriyê di 1'ê Gulanê de bi hev re têkevin nav tevgera piştevaniyê.