Serlêdana malbatan a Îmraliyê cara 73'an hat redkirin 2018-04-27 17:05:06   STENBOL - Serlêdana malbatan a ji bo hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din ên li Îmraliyê re cara 73’emîn hat redkirin.    Ji malbata Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û Fatma Ocalan, bi armanca bi birayê xwe Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê 19 salin di huceryê de tê girtin re hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Ji malbatnên 3 girtiyên din ên li Îmraliyê dimînin jî birayê girtî Hamîlî Yildirim Polat Yildirim, birayê girtî Omer Hayrî Konar Alî Konar û xwişka girtî Veysel Aktaş Sabiha Aslan da, bi riya parêzerên xwe serî li Serdozgeriya Komarê dan. Serlêdana parêzeran dîsa hat redkirin. Malbata Ocalan ji 11'ê Îlona 2016'an heta niha 73 caran serî li Serdozgeriya Komarê dan û 73 caran serlêdanê wan hatin redkirin.