Tertîpa amedekar starta 1'ê Gulanê da 2018-04-27 13:14:38   WAN - Li Wanê ji aliyê tertîpa amedekar a 1'ê Gulanê ve starta 1'ê Gulanê hat dayin.   Di çarçevoya 1'ê Gulanê Roja Karker û Kedkaran li avahiya KESK`ê komîteye amedakar a 1'ê Gulanê daxuyanî da çapemeniyê. Endamên  KESK,DÎSK,TTB û TMMOB tevlî daxuyaniyê bûn.    Li ser navê komiteya amedekar a 1'ê Gulanê Seher Kadîroglu Atas ve hat xwendin. Seherê bal kisand ser aloziya aborî û bang li hemû karker û kedkaran kir ku tevlî 1'ê Gulanê bibin û wiha axivi:“Gel bi rewşeke neyînî ve rû bi rû ye. Kesên ku nikarin debara xwe bikin,xwekujiyê pêk tînin. Ewlehiya karê me ji destên me tê sitendin û hejmara bêkaran her roj zêdetir dibe. Ji ber ku ewlehiya kar tuneye jinan li malê de digirin. Em wekî rêxistinên kedê ,dê têkoşîna xwe bidomînîn. Ji bo ku em rojên azad, aşitî û demokrasiyê bibînîn,em ê bi hevre li cem gelê xwe têbikoşîn. Wekî KESK,DÎSK,TTB,TMMOB hemû gelê xwe vedixwînîn 1'ê Gulanê. Em ê li Perqa Musa Enter 1'ê Gulanê pîroz bikîn. Xwendekar, jin, karker herkes bila bê tevlî 1'ê Gulanê bibin.”   Hevserokên DÎSK`ê Omer Tekîn, Hevserokê TÛMBEL-SEN'ê Erdal Bozkurt û Parlementera HDP'ê Feleknas Uca dê tevlî pîrozbahiya 1'ê Gulanê bibe.